Mezintirîn pirtûkxaneya Bakur li Diyarbekirê hat vekirin

Mezintirîn pirtûkxaneya Bakûrê Kuırdistanê, li Diyarbekir e ku tê de milyonek pirtûk hene û dirêjahiya refên ku pirtûk tê de hatine bicihkirin jî 1500 metre ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Mezintirîn pirtûkxaneya Bakûrê Kuırdistanê, li Diyarbekir e ku tê de milyonek pirtûk hene û dirêjahiya refên ku pirtûk tê de hatine bicihkirin jî 1500 metre ye. Pirtûkxaneya bi navê Dara Weşanê hatiye vekirin, li gorî pêşniyazên dêrûnînas û civaknasan hatiye pergalkirin.

Bi navê Dara Weşanê, li Diyarbekirê mezintirîn pirtûkxaneya Bakûrê Kurdistanê vebû ku di nav pirtûkxaneyê de milyonek pirtûk hene. Di nav vê pirtûkxaneyê de di warê perwerdehî, wêje û zanistê de bi 22 zimanan pirtûk hene. Damezirînerê pirtûkxaneyê Yûsûf Serdar Esen jî amaje dike ku ew dixwazin di warê pirtûkxanetiyê de bibin yek ji markayên mezin ku navenda wê li Diyarbekirê be.

Damezirînerê Pirtûkxaneya Dara Weşanê Yûsûf Serdar Esen ji K24ê re wiha axivî: "Ev 12 sal in ku ez karê pirtûkan dikim. Niha jî me xwest ku di warê bazara pirtûkan de karekî cuda bikin. Navê pirtûkxaneyê Dara Weşanê ye. Qurm û gewdeya darê, pirtûkxaneya me ye. Şaxên darê nivîskar in. Fêkiyên darê jî pirtuk in. Me li bajarê şaristaniyê darek çand û avdan jî dikeve ser milên xwîneran."

Pirtûkxaneya Dara Weşanê ji aliyê akademîsyenan ve jî rastî eleqeyeke baş tê û vî karî wekî xebateke pêwîst dibînin. Akademîsyenê Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê yê Beşa Kurdolojiyê Abdûrrahman Adak dibêje; Diyarbekir di kûrahiya dîrokê de di warê pirtûkan de bûye navendeke girîng.

Abdûrrahman Adak dibêje: "Di serdema Eyyubiyan de li Diyarbekirê milyonek pirtuk hebûn. Paşê ew pirtuk ji Diyarbekirê hatin derxistin. Niha ji bo edebiyat û zimanê kurdî wek xebateke girîng dibînim."

Dekora pirtûkxaneyê jî bi bi şewirmendiya dêrûnînas, civaknas û nivîskaran hatiye pergalkirin ku di dema xwendinê de hawirdoreke erênî ji bo xwendinê çêbibe. Yek ji xwînerên pirtûkxaneyê Onder Atli jî vekirina pirtûkxaneyeke wiha ji bo civaka Diyarbekirê wekî pêdiviyekê dibîne.

Xwîner Onder Atli got: "Wek mirovekî ku ji xwendina pirtukan hes dike, ez dikarim bêjim ku keyfxweş im. Gelek pirtûkên ku min dixwest peyda bikim,  li vê derê dibînim. Atmosfera vê derê jî ji bo xwendinê gelek guncav e."

Pirtûkxaneya Dara Weşanê, li Kolana Mahabadê ku wekî kolana cafeyan tê naskirin, hatiye vekirin û wê peyamê dide ku Diyarbekir ne tenê ji bo cafeyan; di heman demê de ji bo veberhênana karên çandî jî xwedî potansiyeleke dewlemend e.