"Heta dewletbûn çê nebe ziman jî nayê parastin"

Li Enqereya paytexta Tirkiyê jî bi boneya vê rojê çalakiyek hate lidarxistin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Di sala 1961an hin xwendevanên Bangladeşî li Hindistanê ji bo fermîbûna zimanê dayîkê xwepêşandanekê li dar dixin û di vê çalakiyê de 11-12 kes tên kuştin Piştre di sala 1999an de UNESCO, ji bo pêşî li ber neman û windabûna zimanan bigire, 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ragihand. Li Enqereya paytexta Tirkiyê jî bi boneya vê rojê çalakiyek hate lidarxistin. Nivîskar û rewşenbîrên Kurd di çalakiyê de dan diyarkirin ku heta dewletbûneke çênebe ziman jî nayê parastin.

Li Tirkiyê Li bajarê Enqereya paytext ji bo pîrozbahiya 21ê Sibatê roja zimanê zikmakî a cihanê û li ser rewşa zimanê Kurdî bi pêşengiya Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK û bi beşdarîbûna nivîskar û zimanzanên Kurd û civaknas Îsmaîl Beşîkçî çalakîyek hate li darxistin.

Di destpêka çalakiyê de nivîskar û siyasetmedarê Kurd Şakîr Epozdemîr da zanîn ku li Tirkiyê partiyên siyasî dibêjin bila zimanê Kurdî bifermî bê naskirin lê belê ev xeleteiyeke mezin. Epozdemîr di nîrînîn xwe yên bi Kurdistan 24ê de got heta ku dewletbûnek çênebe ziman nayê parastin.

Nivîskar û Rewşenbîr Şakîr Epozdemîr ji K24ê re got: “Kurmancî bi çi tê xelaskirin? Bi dewletbûnê tê xelaskirin, yanî bi statuye tê xelaskirin. Statu tune be, mektebe te tune be û îdara te tune be tu nikarî zimanê xwe xelas bikî ene mimkûne."

Siyasetmedar Yuksel avşar jî bal kişand ser bişevtina li Tirkiyê tê kirin û got niha li ser jin û zarokên Kurd bişavtineke mezin tê birêvebirin.

Siyasetmedar Avşar Yûksel dibêje: "Ser zar û kulfetên me asimle mîna tofanê ye. Tiştekî xweşik nîne. Hem derûniya wan diçe, hem tiştekî hîn nabin hem jî zimanê xwe ku tiştekî pîroz e mîna şîr e mîna jiyanê ye mirov dema ku hîn nebe kêm dimîne. Bi kêm mezin dibe.

Derbarê zaravayê Kurdî Dimilkî ango Zazakî de jî Nivîskarî dimilî Celal Gûl diyar kir ku 30 sal emrê zazakî maye û gav bi gav tune dibe.

Nivîskar Celal Gûl got: "Niha li Tirkiyê derdora 5 û 6 milyonan de zaza hene. Li gorî lêkolînên ku Neteweyên Yekbûyê kirine niha li Tirkiyê 16 ziman an jî zarava ji ber tunebûn ne û yek ji wan jî Zazakî ango Dimilî ye û tê gotin ku 30 sal emre zaravayê zazakî maye."

Civaknas Îsmaîl Beşîkçî jî di çalakiyê de got dema ku li bajarên Kurdistanê zarok li kuçe û kolanan bi Kurdî neaxawin bizanin ku rewşa Kurdî di bin bişavtin û xetereyeke mezin de ye.

Îsmaîl Beşîkçî got: "Li Kurdistanê bo mînak li Diyarbekir, Bidlis, Mûş an Colemêrgê herin kolan û kuçeyan bigerin zarokên ku li wan kolanan dilîzin bi çi zimanî diaxawin? Rewş gelek xeter e. Qaşo Diyarbekir paytexta Kurdistanê tê dîtin li wê derê jî zarok tirkî diaxawin. Eger zarok li kolanan bi Kurdi neaxawe ev ciwak bi talûkeyeke mezin re rû bir û ye."

Di dawiya çalakiyê de zimanzanê kurd Talat Înanc jî bi helbesteke ku li ser zimanê Kurdî nivîsye hest û ramanên xwe yên derbarê kurdî de parve kir.