Li Qamişlo 2. Mehrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî tê lidarxistin

Nivîskar dibêjin, mihrîcana vê salê ne di asta pêwist de ye û kêm kes lê beşdar dibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li bajarê Qamişlo 2emîn Mehrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî tê lidarxistin. Li gorî komîta amadekar mihrîcana vê salê dê sê rojan berdewam bike. Ji aliyê xwe ve hin nivîskar dibêjin, mihrîcana vê salê ne di asta pêwist de ye û ev yek dibe cihê metirsiyê ku kirîza Sûriyê bandoreke neyênî li rewşa wêjeyê kiriye.

Li jêr gotina apo Osman Sebrî ku dibêje: “Her bêjeyek kevirekî avahiya ziman e” 2emîn Mihrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî li bajarê Qamişlo destpê kir. Mihrîcan ne tenê bi Kurdiye, lê belê nivîskarên Ereb û Siryan jî tê de beşdar in û li ser dirêjahiya sê rojan dê helbest, çîrok û gotar bêne xwendin.

Tevlî ku komîta amadekar dibêje, gelek berhem gihiştine destên wan, lê hejmara beşdaran ji cemawer û rewşenbîran ne di asta pêwist de ye.

Helbestvanekî ku ji bajarê Kobanê di mihrîcanê de beşdar e tekez dike ku ev jî nîşana destdirêjahiya partiyên siyasî di nava nivîskar û rewşenbîran deye ku bûye sedema parçebûna yekîtiyên an wnivîskar û rewşenbîran.

Siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Osman Sebrî di 11 meha Cotmeha 1993an de li Şamê paytexta Sûriyê koça dawiyê kir, loma mihrîcan jî di heman rojê de hate lidarxistin.

Li gorî komîta amadekar di roja sêyemîn de mihrîcan bi belavkirina xelatên helbest, çîrok û gotarê bi dawî dibe û li ser herdû beşên Erebî û Kurdî kesên serkeftî dê xelatên xwe werbigrin.