Charlie Chaplin çawa filmên xwe çêdikirin?

Kurd24

K24 – Navenda Nûçeyan

“Ji bo çêkirina filmekî komedî, te tenê pêdivî bi baxçeyek, mêrek, polîsek û keçkeke ciwan heye”, ev gotin û bi dehan serpêhatî û helwestên ekter û derhênerê komedyen ê Ingilîz Şarlî Çaplin e ku di çarçova pirtûkeke nû ya nivîserê Inglîz Pawil Dunkan (Paul Dunkan) de hatine.

Ev pirtûk ji aliyê Mala Taşîn Boks (Taschen Books House) a Elmanî ve bi 560 rûpelan çap bûye. Ev pirtûk ji qebarayê herî mezine û wezna her daneyeke wê 7 kîlogram e. Pirtûk piştî bûrîna 100 salan li ser despêka Çaplin a sînemayê hatiye nivîsandin, lê nivîser înkar dike ku wî jînnîgara Şarlî Çaplîn nivîsî be, lê tenê behsa jiyana wî ya pîşeyî dike û arşîfa wî ya hunerî tê de kom kiriye.

Di rûpela 47an de, kopiya hevbesta yekem filma Çaplîn ligel kompanya Kîston a hunera sînemayê (Keystone Art Cinema) ku bo 25ê Îlona 1913ê vedigere û têde mûçeyê Çaplin 150 dolar bûye di hefteyekê de.

Li cihekê din nivîser dibêje: “Min xwestiye diyar bikim ka çawa Çaplîn filmên xwe berhem dianîn û ew zehmetî û westiyayîbûna dîtiye dema girte yên komedî çêdikirin daku girnijîn û kenê li ser lêvên xelkê nîgar bike.”

Sêr Şalî Çaplin 16ê Nîsanaa 1889an li devera Walworth a Ingiltereyê hatiye dinyayê, û 25ê Kanûna Pêşîn a 1977an koça dawî kiriye. Di jiyana xwe de zêdeyî 70 fîlm berhem anîne.