Du jin belgefîmekê li ser jiyana Tahir Elçî çêdikin

Her du derhêner piştî bidawîbûna xebatên bo belgefîlmê, li ser jiyana Elçî wê pirtûkekê jî bidin çapkirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/55662291-90e2-4895-8647-27ccffbc5280/BelgefilmaTahirElci.ism/manifest

 

K24-Amed

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçiyê ku, sala borî dema polîsên Tirkiyê û komeke çekdar li navçeya Sûrê pev çibûn canê xwe ji dest dabû, belgefîmekê tê çêkirin. Belgefîlma ku, ji aliyê 2 jinên rojnamageran ve tê amadekirin, di salvegera kuştina Elçî de wê were nîşandan.

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî, di 28ê Mijdarê sala 2015an de li navçeya Sûra Diyarbekirê, li ber mînareya çarling, bi amanca parastina mîratên Diyarbekirê daxwaza rawestandina şer kiribû. Piştî daxuyaniya Elçî, ji nişka ve komeke çekdar û polîsan pev çûn, parêzerê Kurd jî wê demê hate kuştin.

Der barê jiyana Elçî de yekem car belgefîlmekê tê çêkirin. Derhênera belgefîlmê Rabîa Çetîn amaje kir ku ji bo ku miroven wek Elçî ku civat jê hezdike neyê jibîrkirin belgefîmeke wiha kişandine.

Derbarê belgefilmê de Derhêner Rabîa Çetîn wiha got:"Belê nifşek Tahîr Elçî nas dikin, lê belê divê nifşên bê Elçî ji bîr neke, guh bide fîkrên wî û mirovekî çawa bû baş were zanîn. Dema merasîma cenazaeya wî, me biryara belgefîlmê dabû."

Belgefîlm li Cizîra Şirnexê, Diyarbekir, Enqere û Stenbolê tê kişandin û tê de axaftinên jina elçî Turkan Elçî, heval, rojnameger û hevkarên wî hene.

Derhênera din a belgefîlmê Sînem Babul diyar kir ku bi vê xebatê amanca wan ew e ku hişmendiya Elçî nedin jibîrkirin û bi vê mebestê dest bi xebata belgefîlmê kirine.

Herwiha Derhêner Sînem Babul jî wiha ji K24ê re axifî:"Berê niha bo çêkirina belgefîlmekê fîkrekî me hebû lê ne li ser Elçî bû. Elçî, di jiyana xwe de her tim bi kê re di nav têkiliyê de bû, bo belgefîlmê em ê ligel wan biaxivin. E mê qala kesayeta wî û bandora wî ya li ser civatê bikin."

Tê payîn belgefîlm di roja salvegera kuştina Elçî de dê bê nîşandan. Her du derhêner piştî bidawîbûna xebatên bo belgefîlmê, li ser jiyana Elçî wê pirtûkekê jî bidin çapkirin.