Muzîk Dilniya Rezazî klîpa nû belav kir

Dilniya Rezazî klîpa nû belav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermenda Kurd Dilniya Rezazî ragihand, roja 14 Sibatê ku “Roja Evîndaran” e straneke nû belav kir.

Dilniya Rezazî ku ji malbateke hunerperwer e û keça hunermendê navdar Nasir Rezazî û Merziya Rezazî ye, piştî çend salan ji dûrletina ji hunerê, bi strana “Ke Şew Dadê” dest bi karê hunerî kir.

Diniya Erzazî berî belavkirina vê klîpê ji K24ê re gotibû: “Dixwazin klîpa xwe di roja Valentinê de belav dikim. Piştî demekê ji nebûna berhemên nû, dixwazim di roja Dilan de vê klîpê bikim diyarî û peyama xoşewîstiya xwe bo tevahiya Kurd û Kurdistanê.”

Strana nû ya Dilniya Rezazî “Ke Şew Dadê”, awaza Muhsên Hisên Por e, dabeşkirin Perdem Şahlayî û Ferhad Hisên Por, karê klîpê jî li Stockholmê ji aliyê stafekî Swêdî hatiye encamdan.