Helbestvanê Kurd Mele Ehmedê Palo li bajarê Qamişlo hat bibîranîn

Mele Ehmedê Palo di sala 1920an de, li gundê Sêraçûr yê girêdayî bajarê Palo li Bakurê Kurdistanê jidayik bû û di 9ê Gulana 1991ê de, koça dawî kir

K24 - Qamişlo

Bi bûneya 27mîn salvegera koçkirina helbestvanê Kurd Mele Ehmedê Palo, hejmarek kêm ji hezkiriyên wî li bajarê Qamişlo li ser gora wî, li goristana Mehmeqeya civiya û bi xwendina hejmarek ji helbestan Mele Ehmedê Palo bibîr anîn.

Merasîmên bîranînê bi çend gotinan ji beşdaran bi rêve çû,herweha hijmarek ji helbestên seydayê Palo jî hatine xwendin.

Derbarê kêmbûna amadebûyan, helbestvan Ebdilsemed Mehmûd xemgîniya xwe da xuyakirin û tekez kir, ku pêwîst e Kurd bêtir li helbestvan û rewşenbîrên xwe, xwedî derkevin.

Helbestên Mele Ehmedê Palo bi awayê helbesta kilasîk hatine nivîsîn, ji bilî helbestan jî, Mele Ehmedê Palo gellek berhemên wêjeyî li paş xwe hiştiye, ji wan jî: Pirtûka rêzimana Kurdî, ferhenga Kurdî-Turkî û dastana civîna nemiran ku ji 10 hezar malikan hatiye sazkirin.

Bi vê bûneyê jî xelata Mele Ehmedê Palo ku salane diyarî helbestvan yan jî nivîskarekî Kurd tê kirin, ji aliyê malbata wî ve, ji bo helbestvanê Kurd Hadî Behlewî hat kirin.

Mele Ehmedê Palo di sala 1920an de, li gundê Sêraçûr yê girêdayî bajarê Palo li Bakurê Kurdistanê jidayik bû û di sala 1936an piştî mirina dê û bavê wî, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û piştî gerekê li gellek gund û navçeyan, li taxa Mehmeqeya li bajarê Qamişlo akincî bû û di 9ê Gulana 1991ê de, koça dawî kir û li goristana Mehmeqeya hat veşartin.

N.O