Anka 19 sal in li Wanê proje û xebatên hunerî dimeşîne

Navenda Çand û Hunerî Anka, li Wanê bi xebatên xwe yên taybet balê dikşîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Navenda Çand û Hunerî Anka, proje û xebatên xwe, bi huner û muzîkê çand û zimanên cuda berhevtîne. Rêvebirê Ankayê Necdet Bayat, radigihîne ku ew hunerê wek sîwaneke hevpar ya mirovahî pênase dike û xebatên xwe jî wisa dimeşîne. Bayat herî dawî projeya ku bi hunermend û mûzîkjenên pispor re li Wanê, çalakiyên hevpar lidarbixn dimeşîne.

Navenda Çand û Hunerî Anka, li Wanê bi xebatên xwe yên taybet balê dikşîne. Komeke muzîkê ya pir zimanî ku muzîsyenên wê jî, ji nasnameyên cuda pêktên saz kirine, li ser muzîk, sinema, şano û dansê jî proje û xebatan dimeşîne. Navenda Anaka niha jî bi projeyekî, hunermendên ku hunerên xwerû dikin re xebatên hevkar lidar dixe.

Rêvebir û damezranêrê Ankayê Necdet Bayat, radigihîne ku huner zimanekî hevpar yê mirovî ye û ew jî xebatên hunerî wek sîwaneke hevpar ya çandên cuda dibînin û bi hunerê ji çandên cuda çandeke hevpar peyda dibe. Bayat balê dikşîne ku ev 19 sal e, ew di warên hunerî de xebat dimeşînin û bi atolyeyên ku vedikin perwerdehî didin.

Serokê Navenda Hunerî Ankayê Ncdet Bayat ji K24ê re got: "Wek Navenda Anka me îsal bernameyeke, berfireh amade kiriye û di demeke kurt de emê ragihînin. Şano, reks, muzîk, sînema û çalakiyên me yên din dê hebin. Îro jî lêkolînerekî muzîkê û koma xwe ji Stebolê hatinê. Li ser Ritîm û muzîkê dê agahî bide."

Navenda Anka dixwaze xebat û çalakiyên xwe bi bi komên hunerî yên din re jî berhev bîne û çalakiyên dewlemend yên hunerî lidar bixe.

Grûba FungÎstanbul jî bi fonetîka muzîkê, aheng û bizavên xwezayê û mirovan rave dike. Herman Artûnç ku li ser muzîk û rîtîmê lêkolînan dike, li ser rîtîmê zanyariyên ku bi dest xistiye parvekir û anî ziman ku rîtîm di her bizav û tiştên xwezayî de heye.

Lêkolînerê Muzîkê Herman Artunç dibêje: "Ez 5 sal in, li ser rîtîmê lêkolîn dikim, navê projeyê 'rîtîm li her ciyekî ye.' bi giştî, em rîtîmê tenê ji nav muzîkê dizanin.Lê di rastiya xwe de, rîtîm yanî aheng û bêahengî mijara gelek zanistiyaye. Di xwezayê de, matematîkê de, di mirov û laşe mirov de, avahîsazîde û hwd (her wekî din) de rîtîm heye. Di lêkolîna xwe de, li ciyên cuda digerim û bi pisporên pişeyên cuda re, bi zarokan re diaxfin û encaman berhev tînim."

Hat ragihandin ku, Navenda Anka li gel projeyên muzîkê, dê bi nivîskar û hunermendên cuda re çalakî û xebatên cuda, li Wanê bi berdewamî bidomînin.