Bo mafê Şivan Perwer dewleta Tirkiyê tawanbar e

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, ji ber binpêkirina mafê hunermendê Kurd Şivan Perwer, dewleta Tirkiyê tawanbar dît.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, ji ber binpêkirina mafê hunermendê Kurd Şivan Perwer,  dewleta Tirkiyê tawanbar dît.

Hunermendê Kurd Şivan Perwer ku beriya 12 salan, derbarê hunermenda mûzîka Tirkî Guler Îşik de, bi îdîaya ku strana wî ya bi navê “Bejna Zirav” ya di albûma “Zembîl Firoş” dizî kiriye, doz vekiribû.

Digel ku di ser re 12 sal derbas bûne û biryar nehatiye dayîn. Parêzerê Şivan Perwer serî li Dadgeha Destûrê da, ku mafê wî hatiye binpêkirin.

Dadgeha Destûrê, serdana Şivan Perwer di cih de dît, ji ber ku di demeke pêwîst de doz nehatiye encam kirin, dewleta Tirkiyê tometbar dît û biryar hat dayîn, ku 14 hezar Lîra bo qerebûya zirarên Perwer bên dayîn.