Cemîl Turan Bazîdî: Xelat a hemû gelê Kurd e

Nivîskarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Cemîl Turan Bazîdî ku xelata UNESCO ya Çand û Kulturê li ser romana xwe ya bi navê “Navê min Azad e” wergirt ji K24ê re ragihand, “Bawer im bi riya vê romanê dengê miletê Kurd zêdetir li cîhana derve bê bihîstin.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Cemîl Turan Bazîdî ku xelata UNESCO ya Çand û Kulturê li ser romana xwe ya bi navê “Navê min Azad e” wergirt ji K24ê re ragihand, “Bawer im bi riya vê romanê dengê miletê Kurd zêdetir li cîhana derve bê bihîstin.”

Nivîsakarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî li ser vê xelatê ji K24ê re got: “Min berhema çanda gelê xwe bi serkeftin min nîşan daye. Ev cara yekem e UNESCO vê xelatê dide nivîskarekî Kurd.”

Cemîl Turan Bazîdî da zanîn ku di romana xwe de “Navê Min Azad e” wî behsa çêroka jiyan û koça malbateke Kurd ku ji bav, dê û keç û kurekî Helebceyî pêk tê, ji piştî kîmyabarana wî Helebceyê bi neçarî koçber dibin. Di riya koçberiyê de jî ev malbat rastî gelek zehmetî û astengiyan tên.

Herwiha nivîskarê Kurd got: “Bawer in ev romana min bibe dengê hemû penaberan û jenosida Helebce ku wek Hîroşîmeke din e. Min ev xelat li ser navê Kurd wergirtiye. Ev xelat ne ya min tenê, ya gelê Kurd e. Li her çar perçeyên Kurdistanê trajediyên mezin rû didin, ez bawer im ku ev romana min bibe ku dengê miletê Kurd zêdetir li cîhana derve bê bihîstin.”

Li ser karvedana wergirtina wê xelatê, Cemîl Turan Bazîdî got: “Li Yunanistanê gelekî deng veda û hemû kenal û dezgehên ragihandê bi başî behsa wê xelatê kirin.

Diyar kir jî, romana wî bi zimanê Yunanî hatiye nivîsandin û ji bo zimanên Îngilîzî û Spanî jî hatine wergerandin.

Nivîskar Cemîl Turan Bazîdî piştî derbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980 li Tirkiyê demekê hate girtin û piştî azadkirina wî berê xwe da Yunanistanê û ji wê demê ve li wî welatî wek penaber dijî.

Cemîl Turan Bazîdî  ta niha 11 pirtûk bi zimanê Yunanî nivîsandine û piraniya pirtûkê wî li ser dîrok û azadiya Kurdistanê ne.

 

 

S. B