Derhênerê Rojavayî: Pêvajoya referandûmê bingeha yekîtiyê ye

Îdrîs Heyder, yek ji Kurdên Rojavayî ye ku ji ber şer û pevçûnan derbasî bakûr bûye û kar û barê xwe li Diyarbekirê dewam dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, li gelemperiya Bakûr bi helwesteke erênî hatibû pêşwazîkirin û xwedîderketina li referandûmê li bajar û navçeyên bakûr dewam dike. Derhênerê Rojavayî Îdrîs Heyder jî peyamên xwedîderketina li referandûmê ragihand û diyar kir ku; meseleya Serxwebûna Kurdistanê, li nav Kurdên Rojavayî yên li Diyarbekirê jî hêviyan mezin dike.

Îdrîs Heyder, yek ji Kurdên Rojavayî ye ku ji ber şer û pevçûnan derbasî bakûr bûye û kar û barê xwe li Diyarbekirê dewam dike. Derhênerê Rojavayî, 13 sal in ku derhêneriyê dike û di nav 5 salên ku li Diyarbekirê derbas kiriye de nav û dengê karê xwe, li bajarên bakûr jî belav kiriye. Îdrîs Heyder, li ser Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dibêje; serxwebûna parçeyeke Kurdistanê, nîşaneya azadiya 4 parçeyan e.

Derhênerê Rojavayî Îdrîs Heyder ji K24ê re wiha axivî: "Referandûm ji bo me Kurdan gelek baş e. Lê divê berdewamiya wê were. Ne ku başûr azad bibe, em parçeyên din ji bîr bikin. Divê em li hersê parçeyên din jî xwedî derkevin. Ango divê başûr li hersê parçeyên din xwedî derkeve û hersê parçe jî li başûr xwedî derbikevin."

Îdrîs Heyder, li bakûr derhêneriya danasîna gelek qadên taybet, derhêneriya belgefîlmên danasîna bajaran û derhêneriya klîbên hunermendên navdar kiriye. Derhênerê Rojavayî yê ku xwestiye di beşa xwe de zêdetir karê xwe bi pisporî bike, li Zanîngeha Lahayê ya Hollandayê dîplomayê jî wergirtiye. Îdrîs Heyderê ku li welatê xwe penaberiyê dijî; dibêje ku 25'ê îlonê, ji aliyê Kurdên Rojavayî yên li Diyarbekirê ve jî bi hêviyên mezin tê çaverêkirin.

Îdrîs Heyder dibêje: "Em gelek bi hêvî ne ku tiştekî baş ji bo xelkê me çêbibe. Hêviyên me gelek zêde ne. Em bendewar in ku piştî referandûmê guherînên mezin çêbibin, derî bi her awayî vebibin. Ne ku tenê ji çûnehatê re, divê partî xwe nêzîkî hev bikin, divê bibin xwînek. Jixwe xwînek in divê deriyên di navbera xwe de rabikin."

Derhênerê Rojavayî Îdrîs heyder jî di qada hunere de bi nasnameya xwe ya Rojavayê Kurdistanê, xwedî li biryara referandûmê derket û bang li qadên nûnertiya Kurdan kir ku bi hevahengiyekê li dora biryara serxwebûnê bibin xelek û vê biryarê bikin bingeha tifaq û yekîtiya Gelê Kurd.