Koma Şano li Qamişlo roja şano ya cîhanî bibîr anî

Bi helkefta 70 saliya roja şano ya cîhanî, hejmarek ji şanogerên Kurd û hezkiriyên şanoyê li bajarê Qamişlo civatek lidar xistin, tê de nameya şano ya cîhanî bi zimanê Kurdî hate xwendin û yekemîn şanogerê Kurd ku li Rojavayê Kurdistanê şano nemayiş kir bibîr anîn û hate xelat kirin.
kurdistan24.net

 

 K24 – Qamişlo

Bi helkefta 70 saliya roja şano ya cîhanî, hejmarek ji şanogerên Kurd û hezkiriyên şanoyê li bajarê Qamişlo civatek lidar xistin, tê de nameya şano ya cîhanî bi zimanê Kurdî hate xwendin û yekemîn şanogerê Kurd ku li Rojavayê Kurdistanê şano nemayiş kir bibîr anîn û hate xelat kirin.

Bi helkefta heftê saliya roja şano ya cîhanî, koma şano li bajarê Qamişlo hejmarek ji şanoger û endamên komên folklorî ku di şanoya Kurdî de kar dikirin, vexwendî simînarekê derbarê şêweyên pêşxistina şanoyê li deverê kirin. Bi vê bûneyê jî nemir Mihemed Xelîl ku yekemîn kes bû li Rojavayê Kurdistanê di cejna newroza sala 1982an de li bajarê Qamişlo şanoyek nemayiş kir ji aliyê koma Şano ve hate xelat kirin.

Berpirsê koma Şano Ebdulrehman Îbrahîm li ser vê komxebatê ji K24ê re got: “Wek van rûniştinan em gelekî giring di bînin ku em li hev guhdar bikin, ji ber kesên beşdar ji hemû rengan nerîn û pêşinyarên xwe pêşkêş dikin û em bi hêvî ne ku em bi hev re bigihin bingehekê ku li ser wê şanoya xwe ava bikin ji ber ew ji me re kul û derd e.”

Xelîl Ebdulezîz ku ji malbata Mihemed Xelîl e wiha got: “Em wek malbata Mihemed Xelîl gelekî kêfxweş in ku di vê roja şano ya cîhanî de ew li bîra xwe anîn û keda wî jibîr nekirin ku ew yekemîn kes bû di vê hunerê de xebateke wî hebû û em gelekî spasiya wan dikin.”

Welîd Umer ku yek ji kevintirîn derhênerê şanoyê ye û ji heyama 40 salî ve xebatê di vî beşê hunerê de dike, dibêje ku pêwist e malpereke taybet bi şanoya Kurdî li Rojava hebe, da ku hezkiriyên şanoyê yên ku li hemû welatên cîhanê belav bûne têkiliyan bi hevre bikin. Ew geşbîn e ku di salên bê de şanogerekî Kurd nameya roja şanoya cîhanê bi nivîse.

Derhênerê şanoyê Welîd Omer dibêje: “Ez bi hêvî me ku desteyeke taybet bi şanoya Kurdî li ser asta cîhanê bê damezrandin, ku karibe hemû şanogeran li xwe bigre, ji aliyekî din ve nabe şano girêdayî ti partî û aliyên siyasî be, ji ber şano bi xwe saziyeke serbixwe ye û di riya rexneyan re civakê pêş dixe.”

Di Hezîrana sala 2015 endamên koma Şano bi alîkariya hin şanogerên cîhanê bi kampînekê rabûn, ku karibin dengê xwe bighînin saziyên têkildar yên şanoya cîhanê da ku nameya şanoyê bi zimanê kurdî jî belav bibe û di 14 Avdara sala 2016an de Desteya Şano ya Cîhanî ev pêşinyar bi fermî erê kir.