Çêroka dîlbûna keçeke Êzidî bû pirtûk

Li keleha Hewlêrê pirtûka “Leyla û Şevên Azarê” hate îmzekirin. Pirtûk çêroka keça Êzidî Leyla Telo ye, ku 3 salan dîl di destê DAIŞê de bû. Pirtûk bi destê biryarê Leyla hatiye nivîsandin û ji bo zimanê Îngilîzî hat wergerandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li keleha Hewlêrê pirtûka “Leyla û Şevên Azarê” hate îmzekirin. Pirtûk çêroka keça Êzidî Leyla Telo ye, ku 3 salan dîl di destê DAIŞê de bû. Pirtûk bi destê biryarê Leyla hatiye nivîsandin û ji bo zimanê Îngilîzî hat wergerandin.

Serperiştiyara rêûresma îmzekirina pirtûkê Behar Elî li ser vê pirtûkê ji K24ê re got: “Leyla keçeke Êzidî ye û zêdetir ji 3 salan di destê DAIŞê de bû. Leyla di pirtûkê de behsa azara xwe dike, behsa jenosida DAIŞê li dijî Kurdên Êzidî dike, behsa kîn û hovîtiya DAIŞê li hember Kurdê Êzidî dike. Birayê Leylayê di sala 2107an de pirtûk bi zimanê Erebî nivîsî. Me jî ew pirtûk bo zimanê Îngilîzî wergerand, ji bo dengê Leyla û bi sedan keçên din ên Êzidî bigihe cîhanê, bo cîhana Îslamî û civaka navdewletî dirindeya DAIŞê nas bikin û têbigihin azara jinên Êzidî.”

Keça Êzidî Leyla Telo ji K24ê re mebesta ji nivîsandina pirtûkê ji K24ê re got: “Ji bo çi pirtûk hate nivîsandin, heke ev tiştê bi serê me hatiye kirin, DAIŞê em girtin û em kuştin, gorên bikomî ji me çê kirin, zarokên me birin û destdirêjî li me hat kirin, ev pirtûk li ser vî tiştî hatiye çêkirin, ev tiştê bi serê Êzidiyan hatiye. Ev tişt nayê jibîrkirin. Me ev pirtûk hat nivîsandin, ta careke din fermaneke din wiha bi serê me de neye û cîhan bizane çi bi serê Êzidiyan hat. Bêhtir bicoş dibim, dema dibînim kesek alîkariya me dike û Karin peyama min bigihînin her cihekî. Rast e ez nikarim biçim her cihekî ku axaftina xwe bigihînim wan, lê di vê pirtûkê de êşa xwe bigihînim wan.”

Taybetmendiya çêroka Leyla ew e, ku birayê wê ew pirtûk nivîsiye û tevî di kultura deverê de destdirêjiya seksî li ser keçan nayê qebûlkirin, Xalid biryarê Leylayê zincîrên civakî şikandin û guh da xwişka xwe.

Biryarê Leyla û nivîskarê pirtûkê Xalid Telo ji K24ê re wiha axivî: “Berî 2014an karê min nivîskarî bû. Piştî ku 19 kes ji malbata min ketin destê DAIŞê, ku ta niha 10 ji wan rizgar bûne û dema Leyla vegeriya male, min dît ku girîng e em çêroka wê binivîsin ta cîhan çêroka wê bizanebe. Rast e zor zehmet e birayek çêroka xwişka xwe binivîse ku 3 salan di destê DAIŞê de maye.”

Çêroka Leyla ku nimûneyeke ji hezar keçên Êzidî, heta niha bi 3 zimanan hatiye belavkirin bi Kurdî (her du zaraveyan) Erebî û Îngilîzî û dê bi zimanên din jî belav bibe, ta ku êş û azara Êzidiyan û hovîtiya terorê bigihe tevahiya cîhanê.