Bi egera “propagandaya PKK” ifadeya Hazar Erguçlu hate girtin

Dozgeriyê piştî ifadeya Erguçlu doz hilweşand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lîstikvana sinemayî ya navdar a Kurd li Tirkiye Hazar Erguçlu, bi egera belavkirina kûrtefilmek ku di sosyalmedya de propaganda ji PKK re dike derket pêşya dadgehê li bajarê Stenbolê û îfadeya wê hate girtin.

Di ifadeya xwe de Erguçlu ragihand ku, gelek parvekirin ji wê re di sosyalmedya de tên, zêdeyên caran bêyî ku naveroka wan bizanibe ew jî wan parve dike. Gava ku zançbûye ev kûrtefilm a liser doz hatiye vekirin, bangeşeya PKK dike, ewê ew parvekirina xwe hilandiye.

Dozgeriyê piştî ifadeya Erguçlu doz hilweşand.