Pêşangehek li keleha Hewlêrê birêve çû

Li Keleha Hewlêrê ajansa Metrografî festival xwe ya duyemîn li keleha Hewlêrê vekir. Festival bi piştgiriya kosolxaneya Giştî ya Frensa li hewlêrê hate vekirin û di pêşangehê de 35 wêneyên cuda hatin numayîşkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Hewlêr

Li Keleha Hewlêrê ajansa Metrografî festival xwe ya duyemîn li keleha Hewlêrê vekir. Festival bi piştgiriya kosolxaneya Giştî ya Frensa li hewlêrê hate vekirin û di pêşangehê de 35 wêneyên cuda hatin numayîşkirin.

Rêvebirê ajanda Metrografî Ehmed Necm ji K24ê re got: “Di heyama 4 salên bûrî de fotoyên hatine pêşandan, pêhtir fotoyên şer bûn. şer hebû, wê demê şer hebû, lê niha pêwîst e m wêneyên ciwan pêşand bidin. Loma ew pêşangeh ji 35 fotoyên 28 fotografên Kurdistan û Iraqê pêk hatiye.”  

Konsolê Fransa li Hewlêrê Dominique Mas di vekirina pêşangehê de ji rojnamevanan re got: “Îraq di heyama çend salan de weke welatekî tirs û şer û mirin û tirs dihate naskirin, îro ku DAIŞ hatiye jinavbirin pir başe ku bi riya van wêneyan re jiyneke nû ya ciwanan tê pêşandan.”

Ev pêşengeh bi her 35 wêneyên xwe nimûneyeke ji pêkvejiyanê re ye, ku weke Kurdistaneke biçûk e, tevhiya pêkhate û netewe lixwe girtiye.

Rêvebirê Peymangeha Frensî Pol Lendri li ser vê pêşangehê ji K24ê re wiha axivî: “Di vê pêşengehê de tevahiya pêkhateyên Iraqê beşdar in. Em dikarin bibêjin ku tevde weke miletekî bi hev re dijîn, bi hev re kar dikin, bê cudabûn. Ev pşengeh di kelhê de hate kirin ji ber ku kelhe devereke simbolîk e û rêkxerên vê çalakiyê xwastin pêşengehê bi cihekî wisa kevnare re girê bidin.”

Metrografî fistîvaleke wêneyan e, tevahiya fotograferên Iraqî bê cudahî dikarin tê de beşdar bibin. Li tevahiya bajarên Kurdistanê ew foto têne numayîşkirin.