Wezareta Çandê ya Tirkiyê wê 10 berhemên Kurdî çap bike

Wezareta Çandê ya Tirkiyê plan dike ku di heyama pêş de 10 berhemên herî girîng ên edebiyata Kurdî wergerîne Tirkî û ligel Kurdiya wan biweşîne. Wezaretê berê jî çend berhemên klasîk ên Kurdî çap kiribû.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Wezareta Çandê ya Tirkiyê plan dike ku di heyama pêş de 10 berhemên herî girîng ên edebiyata Kurdî wergerîne Tirkî û ligel Kurdiya wan biweşîne. Wezaretê berê jî çend berhemên klasîk ên Kurdî çap kiribû. Nivîskar û weşangerên Kurd dibêjin ev pêngavekî baş e lê lazim e ku wezaret zêdetir berhem û kelepora zimanê Kurdî çap bike.

Wezareta Çand û Turîzma Tirkiyê ragihdandin ku di heyama pêş de wê 10 berhemên klasîk ên edebiyata Kurdî wergerînin zimanê Tirkî û ligel zimanê wan ê resen Kurdî biweşînin.

Li gor xebat û plana Midûriya Giştî ya Pirtûkxaneya Wezaretê, di nav lîsteya berhemên ku wê werin çapkirin de berhema "Yûsuf û Zuleyxa"ya Selîmê Hîzanî di rêza yekê de ye. "Dîwana Perto Begê Hekkarî", "Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye" ya Mela Mehmûdê Bazîdî, "Dîwana Şêx Ehmed Feqîr" û "Dîwan"a Şêx Şemsedînê Exlatî jî di lîsteya wezaretê de heye.

Nivîskar û weşanger Hasan Kaya ji bo çapkirina berhemên Kurdî dibêje; "Li Tirkiyê tiştên wisa wek makyaj çêdikin. Helbet em kêfxweş dibin, lê xebatên wisa basît in."

Hasan Kaya ji K24ê re wiha axivî: "Bala min kişand ku di dema hilbijartinê de çap dikin. Yanî tabî li Tirkiyê dema xebatên kulturî tên kirin kesên wek me ku me misyonerî û xizmeta zimanê Kurdî û Kurdewarî kiriye kêfxweş dike. Lê li Tirkiyê bi rastî tiştên wisa wek makyaj çêdikin. Di dema hilbijartinê de dikin. Çima gelo heta niha çênekirin? Erê berê çend heban çêkirin lê ev xebatên wisa basît in…Lazim bû heta niha xebatên gelek mezin bikirana."

Weşangerê Kurd Ahmed Kara derbarê mijarê de dibêje, "xebatên wiha derengî mabe jî girîng in, lê lazim e ku wezaret bi nivîskar û weşangerên Kurd re hevkariyê bike."

Ahmed Kara dibêje: "Ev gavekî erênî ye û em pê kêfxweş dibin. Lê ez di vir de nakokî dibînim. Wezaret li aliyekî van berheman çap dike, li aliyê din jî pirtûkên derbarê Kurdan ku weşanxaneyên Kurdî çapkirine tên qedexekirin û tên komkirin. Dema em wan pirtûkan dinêrin, em dibînin ku ew pirtûk ji pirtûkên ku dê wezaret çap bike cudatir nîn e. Lewre ew jî derheqê kultur, edebiyat û kelepora Kurdî de ye. Lazim e wezareta çandê di karên wiha de bi weşanger û nivîskarên Kurdan re ku heta îro ked û emek dane bişêwire û bi wan re hevkariyê bike. Gavên wiha divê zûde bihatina avêtin."

Li Tirkiyê di demên ku proseya aştî û çareseriyê bi rê ve diçû wezaretê dest bi çapkirina berhemên Kurdî kiribû. Wezaretê cara ewil di sala 2010an de "Mem û Zîn"a Ehmedê Xanî çap kiribû. Herî dawî jî di sala 2015an da "Mewlûda Nebî" ya Mela Huseynê Bateyî weşandibû. Lê piştî ku proseya çareseriyê bi dawî bûbû vir ve tu berhemên Kurdî çap nekiribû.