Pirtûkxane Serhildana Şêx Seîd: Rûpelek Veşartî

Serhildana Şêx Seîd: Rûpelek Veşartî

Ji aliyê: Latif Epozdemir

Şêx Seîd Efendî û hevalên xwe berîya 92 salan roja 13’ê Sibatê dest bi serhildana xwe a pîroz kiribûn. Wan rojan eger yekîtîya Kurdan hatibûya çêkirin bêgûman Kurd îro xwedî dewlet bûn. Lewra Serhildan cûdabûn û serxwebûna Kurdan ji xwe re kiribû mebest û armanc.

Rexistina AZADÎ a di bin serokatîya Dr.Fuat de, ne dixwest ku Şêx dest bi tevgerek gelêrî bike. Lewra AZADÎ radigeyand ku wext hê zû ye û tênegeyiştîye. Hê yekîtîyek netewî pêknehatîye. Sedem ku Şêx Seîd kane bike Fehmî Bîlal (Fehmiyê Licêyî,Fehmî Firat) şandin cem Şêx. Fehmî Bilal bi şev û rojan li ber xwe da. Lê nekarî Şêx kane bike ku dev ji serhildanê berde. Li dawîyê Fehmî na, lê Şêx,  Fehmî kane kir û Fehmî Bîlal bû sekreterê serhildana Şêx Seîd.

Derew e, ku leşkerên Şêx talankerî û şelandin û dizîyê nekirine. Vî navê xirap Kemalistan li serhildêran danîne. Hemu jî dîndarên baş bûn û bi merhemet bûn, tirsa xwedê din ava wan de hebû. Ew makine ku kaşo dibêjin rêbirî lê hatiye kirin, tê de tenê taximek cilê postvanan hebûye ku leşkerên Şêx tenezul nekirine wergirin.Leşkerên Şêx heramxwer û heramzade nebûn. Ew Zazayên ku berî hemû kesî ketin nav sûrên bajêrêrê Diyarbekir, li wir tu dizî u talanek nekirin. Dîtin ku eskerê dewletê ji qeweta wan dere, xwestin ku derkevin der, hatin girtin û paşî jî bi dirindehî hatin kuştin. Leşkerê dewletê anîn hin tişt miştên dikanan xistin berîka wan û paşî bangî rojnamevanan kirin, berikê terma nîşanî wan dan û gotin dizi kirine, dikanan şelandine. Ev buxtan u bêbextîyek mezine. Şêx Seîd sedem ku yekîtiyek netewî nema pêk hatibu, şikeste xwar û binketî bû.

Lê Şêx tu carî poşman nebû. Ji Melayeke xwe re got : “Mela me dest bi tiştek kir lê me nekarî em bibin ser. Kurda arîkarî nekirin. Lê vaye ez diçim, tu carî jibîr neke, wê rojek Kurd bibin xwedî dewlet.” Şêx baş dizanîya ku Şêx Selim û Cemil destebira û mirovên Mistefa Kemalin. Lê neçar maç û xwe avête Şêx Selim ji bo ku were hewara wî. Şêx Selim xwedî êl û eşîrek mezin bû. Gelek bihêz bû. Mixabin Şêx Selim alikarî neda Şêx Seİd Efendi. Şêx Seîd bêomîd vegerîya û berê xwe da baregayê xwe. Ew kesên ku wek eskort bi Şêx re kente rê û berê xwe dane baregayê serhildanê, xîyanetê bi Şêx re kirin wî dane dest. Şêx gelek bi berxwe ket, sîyaneta wî şikestibû û dilxem bibû. Lê, pêş ku derketiba vê rêya pîroz encamê hizir kiribû. Lewra bi qedera xwe qaîl bû.

Mistefa Kemal dema ku qasidek şandibû ba Şêx Sid, Şêxê nemir, li ser nimêje, li hizûra xwedê bû. Qasid ji pê ma heta ku Şêx silav da û berê xwe dayê. Mistefa Kemal digot ku Şêx bila yek carek bêje ku “mebesta serhildana min, ne helwesta avakirina dewletek Kurdî ye” ezê wî bi bexşînim. Dema ku Şêx vê teklifê bihist, di dilê xwe de got: Na ez nikarim derewan bikim ku li qata xwedê werim gunehkar kirin. Eger ez derewa bikim wê Mistefa Kemal min bibexşe, ezê sernizm bim. Hergîz ez derewan nakim bila xwedê min bibexşe û Kemal min bi darve bike. Mebesta min dewletek Kurdî bu li ser binyatek İslamî. Lê ez serkevtî nebûm. Ez ji darve kirin û sêdareyan natirsim.

Şêx û hevalên wî birûyek sipî li bin dara çinarê hatin idam kirin. Şêx Seîd nimêja leşkerek dewletê ku hatibû kuştin, kiribû. Hevalê wî yê birindar jî şandibû nexweşxanê ji bona tedwibûnê. Dilovanîya Şêx dest nedida ku moriyek jî were kuştin. Lê dewletê navê Şêx danîbû kujer, eşqiya û rêbir. Xwedê jî pê dizane ku Şêx mirovek lewend û minewer bû. Terefdarê kuştin û mirinê nebû. Lê dewletê guh neda helwesta Şêx Seid Efendî. Şêx Seîd: Jîyanek zelal, mirinek melûl bû. Dûa û wesyet û helwesta Şêxê Kurdan vaye bicî dibe. Di nêz de, li Başûr dewletek serbixwe çê dibe. Aqûbet li beşên din yên Kurdistanê jî.