Stêrêkn dirama Sûrî serdana Hewlêrê dikin

Stêrkên dirama Sûrî tekez kirin, ku ew dixwazin di vê serdana xwe de rewşa dirama Kurdî bibînin û ewê bizavê bikin, ku ezmûna dirama Sûrî li Herêma Kurdistanê dubare bikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro hejmarek ji ekterên navdar ên dirama Sûrî gihştin firîngeha navdewletî ya Hewlêrê, ku hin ji wan ev yekem car e serdana Herêma Kurdistanê dikin.

Di nav wan hunermendên Sûrî yên ku hatine Herêma Kurdistanê, her yek ji: Eymen Zêdan, Selma El-Mesrî, Eymen Rida, Cînî Isbir, Kinda Elûş, Nacî Tu`imê, Dîma Beyya`a û hin ekterên din jî hene.

Gellek ji wan ekterên Sûrî, stêrkên zincîreya dirama bi nav (Bab El-Hara) ne, ku navdartirîn zincîreya dirama Sûrî ye û heya niha gellek beşên wê hartine berhemanîn û li piraniya welatên Erebî bi taybet di meha Remedanê de tê pêşandan.

Derbarê Serdana xwe ya yekem ji Kurdistanê re, Stêrka Sûrî Selma Mesrî kêfxweşiya xwe da xuyakirin û diyar kir, ku dayika wê Kurd e û ew gellekî ji gelê Kurd hez dike.

Ji aliyê xwe ve Stêrka komîdya Sûrî Eymen Rida, tekez kir, ku ew bi xwe jî welatiyekî Iraqî ye, lê ji sala 1979an ew ji Iraqê derket, wê demê li gorî gotina wî Iraq gellekî pêşketî bû, lê niha bi mixabinî gellekî wêran bûye.

Herwiha Rida hezkirina xwe ji gelê Kurd re da xuyakirin û got: Ez bihêvî me biratî di nav miletan de bihêztir bibe.

 

Stêrkên dirama Sûrî tekez kirin, ku ew dixwazin di vê serdana xwe de rewşa dirama Kurdî bibînin û ewê bizavê bikin, ku ezmûna dirama Sûrî li Herêma Kurdistanê dubare bikin û karekî Kurdî-Erebî hevbeş bikin.

N.O