Hemû Adaran, Mihemed Şêxo tê şiyarkirin

Di 28emîn salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd yê navdar Mihemed şêxo, hejmareke mezin ji xelkên bajarê Qamişlo ji welatiyan, rewşenbîr, siyasetmedar û ji hemû beşên civakê wek wefadariyekê bi hunermend Mihemed şêxo re û li gorî qewêtiya wî ku xwastiye, hemû Adaran wî şiyar bikin, ji serê sibehê ve û ta danê êvarê xelk serdana gora wî dikin û bi helbest û stranan wî li bîra xwe tînin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Hunermend Mihemed Şêxo Di sala 1948an de li gundê Xwcokê ji dayik bûye, di dirêjahiya temenê xwe de bi hejarî, êş, sergûnbûn û îşkencê derbas kiriyê, lê pê re jî bi dehên stran, awaz, û helbestan jî afirandiye, ku ta nuha bûye mîna nasnameyeke zindî di hunera Kurdistanê de.

Di 9ê meha Adara sala 1989an de û ji ber nexweşiyê, hunermend Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo koça dawî kir.