Pirtûkxane Navdarên Kurd: Melayê Batê

Navdarên Kurd: Melayê Batê

K24 – Navenda Nûçeyan

Melayê Bateyî eslê xwe ji gundê bi navê Bateyê yê girêdayî bajarê Colemêrgê ye. Navê wî rastî Husên e, lê di nav civat û edebiyata Kurdî de wekî Mela Bateyî tê naskirin. Mela Bateyî, yek ji nivîskarên klasîk ên Kurd e.

Melayê Batê, sala 1417an li gundê Batê ya ser bi Colemêrgê ji dayîk bûye. Navê bavê wî Mistefa ye û ji malbatên koçer in. Di sala 1491`an de jî koça dawî kiriye.

Melayê Batê, piştî ku Qurana kerîm û pirtûkên din li gel axabeg mela Ehmed dixwîne, li medreseyeke bi navê Zeynel Beg ya Colemêrgê de cîh digire û li wir xwendina xwe xilas dike.Tê gotin ku demekî li medresa Mîr Hesenê Velî de jî xwendina xwe dewam kiriye.

Mesnewiya ku herî zêde Mele Bateyî dide nasîn Mewlûda wî ye. Ev mewlûd di heman demê de di nava wêjeyên klasîk ên kurdî de yekemîn mewlûd e ku hatiye nivîsandin. Di dîwanxaneyan de û di mizgeftan de mewlûda, ku herî zêde hatiye xwendin e. Derveyî vê pir helbestên wî yen li ser xweza, evîn û heskirinê hene.

Mewlûda Melayê Bateyî yan Mewlûda Kurdî helbesta Melayê Batê ye, ku di hemî mihrîcanên rojbûna Mihemed Pêxember de tê xwandin. Ev helbest dîrokî û wêjeyî ye. Her neteweyek bi zimanê xwe Mewlûd gotiye û ev jî ya kurmancî ye.

 

Berhemên wî:

Mewlûda Melayê Batê (Mewlûda Kurdî)

Dîwana Bateyî

Destana Zembîlfiroş

 

Helbest:

Qiblegaha Aşiqan

 

”Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
Leyletul qedr û berat in nûra mala kê yî tu
Çîçeka baxê îrem şûx bejn û bala kê yî
Tu bo xwudê key bêje min kanê şepala kê yî tu

Dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
Dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘eden
Nazik û mewzûn letîf î nexliya selwa çîmen
gullîbas î, gulqiyas î, gulenî gulpîrehen

Ahûya deşta tetarê rehzena aska xeten
Horiya baxê beheştê çav xezala kê yî tu
Qiblegaha aşiqan î şengala ebrûzirav
Hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav

Dax û kovana evînê sotî canê min tevav
Extera subha se’îd î reşrihana ta belav
Filfila hindûstanê zulf û xala kê yî tu
Ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar

Sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar
Helqe pê da bes tu hatin ‘eqreb û îlan û mar
Nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar
Lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu

Pêncî salî şehlewendî keftime çaha resed
Min nizanim çerxê dêm e tê heye burca esed
Çengelek avête dil kun kir li min dad û meded
Qelbekî hişk û sufalîn min divêt can tê ebed

Şah li textê dilberê fikr û xeyala kê yî tu
Sefhekêşa katibê xeybê ji nûra la yezal
Xaleke wa l’gerdenê mîslê berê reş mah û sal
Sedhezaran rekbehacî tên tewafa zulf û xal

Netrik û şutrî û îlan dane ber bayê şemal
Laubal î çardexal î çardesala kê yî tu

Şehkitêbek min divêt behsê muhebbet bit temam
Sed tilism û sihre tê da pêkve suryanî meqam

Ebceda ‘eşqê me xwend û ‘eql û wendakir we mam
Horiya baxê beheştê tûtiya tawusxeram
Xeyrî batey padîşaha min delala kê yî tu”

(çavkanî: Kurdpress)