Gazîn hewla hevkarî û berdewamiya çanda dengbêjî dide

kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Dengbêj Gazîn, bi projeya "Ji Wanê Heta Yêrîvanê" bi dengbêjên Ermen ra Albumekî amadekiriye û dixwaze bi projeyên bi vî rengî çanda Kurdî bi çandên din re hevkarî û têkildarî deynin. Gazîn dibêje, dengbêjî wek evinekiye  û ew hewl dide ku dildarên kevşopiya dengbêjî vê çandê bidomînin.

Dengbêja jin Gazîn, yekem Jin e ku wek Dengbêj  li Wanê heta niha albuman derxistiye. Gazîn tîne ziman ku jinên Kurd, dengbêjiyê ji bo ravekirina hêstên dilen xwe wek şêwaz û kevneşopî bikaranîne. Lê ji ber ku dengbêjiya jinan wek fedî dihat dîtin û ew çanda mêrperest  bûye asteng,  jin nikaribûne ku dengbêjiyê bikin û dengê xwe qeyd bikin.

Gazîn di odeyekî mala xwe de, ew alet amûr û bermayiyên berê civandiye û balê dikşîne ku gelek ji wan alet û amûran di sitranên dengbêjî de derbas dibin. Ew jî bo nivşên nû wan nişan dide.

Raziye Kizil bi navê xwe yê Dengbêjî Gazîn, tîne ziman ku Kurd û Ermen wek çandî gelek nêzî hev in û di sitranên dengbêjî de gelek çîrokên Ermenan hene ku Ermenên dengbêjiya Kurdî kirine jî gelek in. Loma jî wê, projeyekî bi navê "Ji Wanê Heta Yerîvanê" amade kiriye û bi Aşik Leylî ya Ermen re li ser dikekî sitaranan gotiye û bi hev ra albûmekî jî amad kirine ku ji 10 sitaranên Kurdî û Ermenkî pêktê.

Dengbêj Gazîn ji K24ê re wiha axivî: "Ji saet çaran heta şeşan Rardyoya Yerîvanê ku me vedikir, em zarokbûn û me bawer nedikir ku tê da sitran bên gotin, ji ber ku bi zimanê Kurdî bû û li tu derekî din jî Kurdî weşan tunebû. Ji  wê bonê jî me guhdariya wê radyoyê dikir. Dema ez çûyîm Yêrîvanê jî min daxwaz kir ku ez wê  cihê radyoyê bibinim. Ji bo min şanaziye ku bû kismet ez li wê radyoyê sitranan jî bibêjim."

Gazîn, kevneşopiya dengbêjî ku ji ji zarokatiya xwe ve ji malbata xwe fêr bûye, fêrî nivşên nû jî dike. Keçên wê û naviyên wê jî jê dersen muzîk û dengbêjî digrin.

Keça Gazîn,  Evîn Elban jî radigihîne ku dayîka wê demeke dirêj, bi veşartî dengbêjî kiriye, lê niha pê serbilind û şanazin. Evîn Elban dibêje: "Em sibehiyan bi dengê wê radibin, ew jî pir tiştekî xweş e. Xelq û gel dema behsa dayîka min dikin, ez gelek pê şadibim. Bi gelek zor û zehmetiyan hatiyê vê astê, lê ez dizanim ku niha li ciyekî pir baş e. Perwerdehiyê dide û ez pê kêfxweş û serbilindim."

Gazîn daxwaz dike ku derfet û piştgirî ji bo dengbêj û hunermendên Kurd bên peyda kirin da ku bikaribin bi baştirîn xizmeta çanda Kurdî bikin.