Li Qamişlo 2emîn hevdîtina hunera şêwekariyê hate vekirin

Di roja yekê hejmareke mezin ji hezkiriyên hunerê serdana pêşangehê kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo 2emîn hevdîtina hunera şêwekariyê hate vekirin û tê de 77 hunermend beşdar bûn. Di roja yekê hejmareke mezin ji hezkiriyên hunerê serdana pêşangehê kirin, hunermendên beşdar jî bi giranê vê hevdîtinê dinerxînin.

Bi beşdarbûna 77 hunermendî û li jêr duruşmeya “Vîna welatê zeytûnê ji terora we bihêztir e” hevdîtina hunera şêwekariyê li bajarê Qamişlo hate vekirin, hunermendên beşdar di tabloyên xwe de mijarên cûrbecûr nîşan dan, çi yê girêdayî bin rewşa mirovî, yan jî girêdayî bin rewşa gelê Kurd di Sûriyê de. Hunermendên beşdar diyar dikin, di çapa îsal de asta karên beşdar bilind e û ev yek hêviyekê ava dike ku hunera şêwekariyê dê bi rola xwe di pêşxistina civakê de bilîze.

Di duyemîn hevdîtina Rojava ya hunerî de hunermend ji piraniya bajarên Rojavayê Kurdistanê beşdarî kirine, herwiha ji pêhateyên cûda jî di pêşangehê de tabloyên xwe nimayîş kirine, di roja xwe ya yekê de hejmareke mezin ji hezkiriyên hunerê serdana pêşangehê kirin û kêfxweşiya xwe bi çalakiyên hevawa nîşan dan.

Duyemîn hevdîtina hunera şêwekariyê çalakiyên xwe ji bajarê Kobanê dest pê kir, û piştî 10 rojan dê li bajarê Qamişlo çalakiyên wê bi dawî bibin, ku tê de ji bilî pêşingeha hunerî semînerên li ser mijarên hunera şêwekariyê jî dê bêne pêşkêş kirin.