Ji bo bîranîna Tahir Elçî belgefîlmek hate nîşandan

Elçî di çarçoveya hefteya mafên mirovan a cîhanê de bi belgefîlma navê "Saeta Şikestî " ku li ser jiyan û kuştina wî hatiye kişandin hate bibîranîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Parêzerê Kurd Tahir Elçî ku wek Serokê Baroya Diyarbekîrê bi mebesta parastîna berhemên dîrokî banga aştiyê dikir li Diyarbekirê dema pevçûna hêzên PKK û yên Tirkiyê de hat kuştin. Elçî di çarçoveya hefteya mafên mirovan a cîhanê de bi belgefîlma navê "Saeta Şikestî " ku li ser jiyan û kuştina wî hatiye kişandin hate bibîranîn.

Derhênera Belgefîlmê Rabîa Çetîn dibêje dema Tahir Elçî tê kuştin saeta wî jî dişkê û di vê saetê şûn de tevahiya Kurdistanê jiyan disekine. Loma wan jî navê vê belgefîlmê dayê "Saeta Şikestî"

Derhênera Belgefîlmê Rabîa Çetîn ji K24ê re li ser belgefîlmê wiha axivî: “Piştî kuştina Tahîr Elçî li gelek bajarên Kurdistanê pevçûnên mezin rû dan.  Dema cinazeya Tahîr Elçî girseyeke mezin hebû dihat gotin ku Tahîr Elçî Vedat Aydinê heyama me bû. Piştî vê yekê me xwest Tahir Elçî neyê jibîrkirin loma me jî belgefîlmeke wiha amade kir.”

Ji bo temaşekirina belgefîlma ku cara yekem li paytexta Tirkiyê Enqereyê hat nîşandan hejmareke zêde xizm û hevkarên Elçî di hola nîşandanê de amade bûn.

Parêzer Gûlay Çay dibêje: “Hêj jî kujerê Tahîr Elçî nehatiye dîtin tişta ku me xemgîn dike jî ev e. Wê rojê Kekê Tahîr pêş çavê me hate kuştin û di vê belgefîlma me temaşe kir de jî ew roja reş careke din hat bîra min ez pir xemgîn û dilşewat im.”

Welatiya bi navê Zeynep Kurtoglu jî dibêje: “Di hûndir de em gelekî hestiyar bûn bi kedeke mezin ev belgefîl hatiye çêkirin. Ez jî pew parêzerek nêrînên Tahîr Elçî dipejirînim û wek hewkareke wî ez jî dê li pey doza wî bim.”

Piştî belgefîlmê di heman navendê de bi wêneyên Tahîr Elçî pêşangehek hate lidarxistin û wêneyên ciyawaz yên jiyana Elçî hatin pêşandan.