Helbestek ji Nûrî Dersimî

Ev helbesta rewşenbîrê nemir ê Kurd Nûrî Dersîmî ku bi tirkî hatiye nivîsandin, ji aliyê lêkoler û nivîskar Şakir Epozdemir ve hatiye wergerandin, ku yekem car Kurdistan24 diweşîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Ev helbesta rewşenbîrê nemir ê Kurd Nûrî Dersîmî ku bi tirkî hatiye nivîsandin, ji aliyê lêkoler û nivîskar Şakir Epozdemir ve hatiye wergerandin, ku yekem car Kurdistan24 diweşîn e…

Ez ji bo wé dinyayé, 
Bé welatim û bé warim, 
Çiqas diçe ré diréj dibin, 
Réka min, 
Min li ser vé réké çi hişt û çi nehişt, 
Di şûna qîré da xwîna xwe 
Lé reşand ku tû di serda bimeşî...
Ey nifşén istiqbalé! 
Di serseré serbilindan da ez bi ré ketim, 
Ez meşîyam ku hun li min méyzînin, 
İlhamé ji min bistînin, 
Min Îlhama xwe ji sedsalan girt, 
Ji Arnusan, Spartakûsan û ji hemî sergerdeyén mezin, 
Ewén ku serén xwe li ber zilmé natewandin, 
Min îlhamé ji wan lehengan girt, 
Bi wé xuna ku ji enîya min berjér dibuya, 
Min ji xwe ra tacek çékir, 
Meşîyam, dimeşim, beré min li stérka Gelawéj e, 
Ji zilmé ra li firozîyan dixim, 
Li ber léva teqneyéké kûr, 
Li kazıban, li ronayîya sibehan méze dikim. 
Meşîyam û dimeşim, 
Réka min eve, nayé guhartin, 
Ev réka ku me dibe rojén xweş, 
Ji bo qencîya beşer, 
Ji vé réké ra pirék (rébazek) divé, 
Ez hevalé wan kesanim, 
Ku van piran bi hestîyén xwe ava dikin, 
Di giyané min da wolqan henin, 
Dixwazim dawî li koledarîyé bînim, 
Her tiştî bihelînim, 
Dinyayeke nûjen, 
Divém merivayîyeke nûjen biafirîn im, 
Dinyayeke wisa ku, 
Şîn û girîn hatibî jibîrkirin, 
Dinyayeke ku hemî kesî bikenîné, 
Ev gerdûna em lé nin, 
Berevacîyé vé gerdûn é. 
Belé, ez ji bo wé dinyayé, 
Bé welatim û bé warim, 
Berdidine min û li min dixin, 
Li deré xelké dierçiqim û diperçiqim, 
Diçim, diçim, beré min li ronayîya şefeqan e, 
Şirûdé azadîyé dixwînim û serhildana xwe qîr dikim, 
Dimeşim, dimeşim, wé bimeşim.

Nûrî Dersimî

Werger a ji tirkî: Şakir EPOZDEMIR

 

 

C.B