Şêniyên Qamişlo serdana gora Cegerxwîn kirin

Bi helkefta 32emîn salvegera bîranîna koça dawî ya helbestvanê Kurd yê navdar Cegerxwîn, hejmarek ji xelkên bajarê Qamişlo serdana gora seyda kirin û wek mizgîniyekê ji hezkirên helbestên Cegerxwîn re dîwaneke nû ku di sala 1927 an de hatiye nivîsandin û yekemîn car tê çapkirin dê were belavkirin.

K24 – Qamişlo

Mihemedê Ferman bavê Dilo yek ji hevalên seydayê Cegerxwîn e, ku nêzî 150 helbestên hevalê xwe ezber kirine, li ser gora seyda çend helbest xwendin

Seydayê Cegerxwîn, piştî koça dawî kir 8 dîwan û nêzî 37 pirtûk li paş xwe hiştin. Di sala 1997an de dîwana bi navê Şerefnameya Mewzûn hate çapkirin.

Îsal jî dîwana dehemîn bi navê Xweşxewan ku di sala 1927an de hatibû nivîsandin û derfeta çapkirinê di wê demê de bi dest neket, bi helkefta 32emîn bîranîna seyda, dê were belavkirin.

32 sal di ser koça dawî ya helbestvanê Kurd yê navdar Cegerxwîn derbas dibin. Hejmarek ji hezkerên seydayê Cegerxwîn hersal di bîranîna koça wî de li ser gora wî kom dibin û bi helbest û stranan seyda bi bîr tînin.