Dengbêjên Mûşê lı ser şopa şakiro dengbêjên nû digihînin

Dengbêjên Mûşê li ser rêça dengbêjên nemir, klaman dibêjin û li hemberî wendabûyîna çanda dengbêjiyê li ber xwe didin û ciwanan digihînin.
kurdistan24.net

 

K24 - Mûş

Li Bakurê Kurdistanê, çanda dengbêjiyê ku di hundirê xwe de derd û kul, êş û kederên Kurdan dihebîne, wekî dîrokeke zindî hîn jî civatê dixemilîne. Dengbêjên Mûşê li ser rêça dengbêjên nemir, klaman dibêjin û li hemberî wendabûyîna çanda dengbêjiyê li ber xwe didin û ciwanan digihînin.

Serhed wekî warê dengêbêjan jî tê naskirin. Denbêjên Serhedê ku efsaneyekî wekî Şakiro, feylezofekî  wekî Reso û bi sedan dengbêjên wekî wan, klamên serhildan, tolhildan, zilm û zordariya ku li Kurdan hatiye kirin wekî dîrokekî zindî di hizrê xwe û Kurdan de tomar kirine. Yek ji bajarên ku bi dengbêjên xwe navdar e jî Mûş e. Mihemed Emîn Bakan ango bi nasnavê xwe Mihemed Emînê Ziyaretî dengbêjekî ji Mûşê ye. Dengbêj Mihemed Emînê Ziyaretî dibêje; ez li ser rêça dengbêjê nemir Şakir, Reso, Sidiqê Karlîova, Sidiqê Zoravayî û Zahiro me.

Dengbêj Mihemed Emîn Bakan ji K24ê re wiha axivî: “Heger ji min bipirsî, ez dibêjim dengbêjî mutbex e, dengbêj aşpêş be, klam jî xwarin e. Lê mirov li mehyeta dengbêjiyê binihêre, mirov dibîne ku klam, derd e, kul e, keder e, hesret e. Erê dibêjin li ser eşqê jî hatiye gotin lê belê li ser kedera eşqê hatiye gotin. Li ser feqîriyê, mirinê, nexweşiyê, mayînê, kuştinê, leşkeriyê hatiye gotin. Yanî her li ser derd û qeder û hesretê hatiye gotin. ”

Dengbêjî yan di civatan de yan jî li ber bandan ji nifşekî ji bo nifşekî din dihat veguhestin. Dengbêj Sidiq jî dibêje ‘dema ku ez biçûk bûm, Şakiro hat gundê me û li civatê klam gotin, civat tijî bû. Ez jî ji wan civatan hînî dengbêjiyê bûme.’

Dengbêj Sidîk dibêje: “Min klamên xwe ji bandan girt, ji ber xwe ve me nedizanî em bibêjin. Me piraniya stranan ji dengbêjan girtine. Me di wextekê de gelek klam digot, eşqa min hebû ku ez klaman bibêjim, min ne dixwest kesekî ji min re bêje bisekine. Lê belê niha ez 63 salî me. Te dît min niha klamek du klam bi zehmetî got.”

Dengêbêj amaje dikin ku bi guherîna şert û mercên jiyanê, êdî wekî berê dengbêj nagihin. Her çiqas wekî berê dengbêjî bala ciwanan nekişîne jî hin ciwanên wekî Gokhan dixwazin li ser şopa dengbêjan vê çanda qedîm bidin jiyandin.

Li Bakurê Kurdistanê, her ku diçe civatên dengbêjan kêm dibin, tenê li hin bajaran malên dengbêjan hene. Dengbêjî niha hem li malên dengbêjan hem jî bi saya hin bernameyên televîzyonan yên li ser dengbêjiyê, li hember wendabûnê li ber xwe dide.