HRRK şêwekarê Kurd Zuhêr Hesîb xelat dike

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ku ji sala 2004an ve li derveyî welat hatiye damezrandin, piştî kongirê xwe yê 5emîn li Rojavayê Kurdistanê lidar xist, biryar da ku salane xelatekê diyarî kesekî afrêner bike û yekemîn xelata wan ya sala 2018ê çû ji şêwekarê Kurd kurê bajarê Hesekê Zuhêr Hesîb re.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Li gorî komîta nirxandinê di hevgirtinê de çar kes ji bo wergirtina xelatê hatibûne destnîşankirin û piştî danûstandina di navbera navenda hevgirtinê li hundirê welat û şaxên wê yên ji derveyî welat, şêwekar Zuhêr Hesîb hate hilbijartin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ne tenê nivîskar û helbestvanan li xwe digre,lê belê hunermend,şêwekar û sînemager jî di bin sîwana vê hevgirtinê de kar dikin. Mercên wergirtina xelatê jî divabe kurdekî ji Rojavayê Kurdistanê be û di cûreyekî nivîsandinê yan jî hunerê de kesekî afrêner be.