Salvegera helbestvanê Kurd Ahmet Arîf

Di salvegara 26emîn de Helbestvanê Kurd Ahmed Arîf li Enqerê hate bîranîn. Hosteyê helbestê Ahmed Arifê Diyarbekirî ji ber helbestên xwe ku naveroka wan her polîtîk in di salê 1950î yî de tê girtin û îşkenceyeke xedar lê tê kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Di salvegara 26emîn de Helbestvanê Kurd Ahmed Arîf li Enqerê hate bîranîn. Hosteyê helbestê Ahmed Arifê Diyarbekirî ji ber helbestên xwe ku naveroka wan her polîtîk in di salê 1950î yî de tê girtin û îşkenceyeke xedar lê tê kirin.

Hosteyê helbastan ku hemû jiyana wî di nava wêjeyê derbas bû Ahmed Arîfê Kurd li Enqerê hate biranîn. Ahmed Arîfê ku di berhemên xwe de şêwazeke polîtîk bikardianî, helbestên wî ji aliyê Ahmet Kaya, Cem Karaca û gelek hunermendên navdar ve bûne stran. Ahmed Arîfê ku di sala 1927an de li Dîyarbekirê ji dayik dibe di salên 1950 û 52an de du caran tê girtin û 2 salan di girtîgehê de dimîne. Ji ber wê helbesta xwe ya bi navê “33 Gule” ya li ser “Tevkujiya Muglali” ku di sala 1943an de li Wanê 32 tên kuştin yek kes jî birîndar dibe bi dehan caran tê binçavkirin û li beramberî îşkencayan dimîne. Herwiha di serdema xortaniya wî de bi dehan helbestên wî ji aliyê polîsan ve têne desteserkirin û careke din jî radestî wî nakin.

Rewşenbîr Selahattîn Kocak ji K24ê re li ser helbestvanê Kurd Ahmed Arif got: “Ahmet Arîf ne tenê helbestvan e, rêbere jî ji civaklê re. Ahmet Arîf helbestvanekî Kurd bû. Rojekê tevî diya Ahmet Arîf û ya Muzafer Erdost û çendên din li Diyarbekirê tên bal hev. Her yek dibêjê kurê min çû bû qeymeqam yan jî midûr. Diya Ahmet Arîf jî dibêje kurê min çû Enqerê bû qominîst. Ahmet Arîf mirovekî wisa ye.”

Helbestvanê Kurd Ahmet Arîf dema Sînemegerê Kurd Yilmaz Guney di girtîgehê bû gelek caran çûye serdana wî û li hemberî bêdadiyê jî her serî hildaye di hemû jiyan xwe de. Ahmet Arîf ji aliyê gelek wêjenasên giring ve digel çavkaniya lîrîzmê û wek wan helbestvanên navdar Faruk Nafiz, Nazim Hikmet, Orhan Welî û Cemal Sureya tê destnîşankirin.

Rewşenbîr Alî Gokkaya jî wiha axivî: “Ahmet Arîf di nava wî hevîrê sazûmankirina kesayetiya me ya siyasî de xwedî roleke mezin e. Wek Nazim Hikmet, Mahzunî Şerîf û Aşik Îhsanî. Ahmet Arîf çima taybete ji bo me ji bo ku ew helbestvanê berxwedanê ye. Ew kesên di barîqat û îşkenceyan de bi risteyên Ahmet Arîf zora kelehên zordestiyê birine.”

“Bihar Hatiye Ser Wan çiyayên Welatê min, Oy Hawar û 33 Gule” xwediyê van her sê helbestên navdar, helbestvanê şoreşger Ahmet Arîf berîha bi 26 salan, di sala 1991an de li Enqerê di 2ê HezÎranê de canê xwe ji dest da. Di 26 saliya salvegera xwe de ji aliyê rêhavên xwe ve li ser tirba xwe hate bibîranîn.