Emînê Dîn Yilmaz Erdogan Beşdarî festivala navê xwe bû

Hunermend û nivîskarê Kurd Yilmaz Erdogan, beşdarî "3. Festivala Emînê Dîn" bû ku ev nav, navê Yilmaz Erdoganê di fîlmê Vîzyonteleyê de ye.
kurdistan24.net

 

K24 – WAN

Hunermend û nivîskarê Kurd Yilmaz Erdogan, beşdarî "3. Festivala Emînê Dîn" bû ku ev nav, navê Yilmaz Erdoganê di fîlmê Vîzyonteleyê de ye. Serokê Şaredariya Westana navçeya Wanê Sînan Hakan jî balê kişand ku Yilmaz Erdogan di Vîzyonteleyê de, çand û civaka Kawaşê li ser perdeya sipî nîşan daye û ew jî bi vê mebestê festivaleke wiha lidar dixin.

Li Westana navçeya Wanê bi navê xwe yê Filmê Vîzyonteleyê Emînê Dîn, nivîskar û hunermendê Kurd Yilmaz Erdogan re 3. Festivala Emînê Dîn hat lidarxistin. di festivalê de, li ciyên ku film hatiye kişandin geriyan, duçerxeyan ajotin û Yilmaz Erdogan agahiya ku projeyên filmên nû destpê dikin jî ragihand.

Hunermendê Kurd Yilmaz Erdogan bersîva pirsên çapameniyê jî da û diyar kir ku filmekî xilas kiriye û fikra berdewamiya filmên vîzyonteleyê jî amade ye. Erdogan diyar kir ku lidarxistina vê festivalê baş e û bal kişand ku sinema xebatên gelerî ne, loma jî heger ku çîrok û fikreke hêjayî ked û xebata ku tê dayîn be, ew her tim amadeye ku pêşengiya çêkirina wan fîlman bike.

Hunermend Yilmaz Erdogan got: "Fikra festivala Vîzyontele yan jî Emînê Dîn, fikreke ku ez gelek pê kêfxweş û şanaz bûbûm. Ji ber ez mijûlbûm, derfet çênebûbû ku ez berê beşdarî festivalê bibim. Dîsa kar di destê min de hebû, berdewamiya fîlmê 'organîze îşler' nû xilas bû û hêj montaj berdewam e. Lê baş e ku ez hatime û sipasiya şaredarî û gelê Westanê dikim."

Di festivalê de, hin caran bi replîkên film, bi ciyên ku lê hatine kişandin û alet û amûrê ku hatibûn bikaranîn jî weka ku film careke din hat kişandin bû.

Serokê Şaredariya Westanê Sînan Hakan jî, kêfxweşiya xwe ji bo beşdariya Yilmaz Erdogan ragihand û diyar kir ku li vê derê jiyana civaka Wan û westanê û heta Kurdan, di fîlmên vîzyonteleyên de hatiye kişandin û Emînê Dîn jî kerekterê serekî ya wî Fîlmî ye. Loma jî wan biryara festivaleke wiha daye ku ew xweş mirovî û xweşbîniya Emînê Dîn bibe wek marqayek.

Serokê Şaredariya Westana navçeya Wanê Sînan Hakan ji K24ê re got: "Em dibînin ku ji her ciyekî Turkiyeyê beşdar hene, komên duçerxeyan hene, min jî îro di înternetê dît ku ev berçavka Emînê Dîn, li ser navê festivalê tên firotin. Ev tê wê wateyê ku ev fetival dibe marqayekî"

Yilmaz Erdogan 2 filmên bi navê Vîzyontele û Vîzyontele Tuba, li Westana navçeya Wanê kişandiye ku bi taybet Vîzyontele rekorta temaşekirinê şikandibû. Emînê Dîn jî kerekterê serekî yê wan filma bû. Li Westanê daxwaza Vîzyontele 3 bi tekezî hat kirin û Emînê Dîn Yilmaz Erdogan jî got çima nebe. Di dawiya festivalê de, Yilmaz Erdogan, Şaredar Sînan Hakan beşdaran dora 5 k.m bi duçerxeyan vegeriyan nav bajêr.