Li Izmîrê xwendekar fêrê zimanê Kurdî dibin

Li Tirkiyê perwerdehiya kurdî û hînbûna zimanê kurdî pir zehmet e û di vî warî de kêşeyên mezin hene. Lê belê gelek mamosteyên Kurdî bi derfetên xwe û bi awayekî xwebexşî xwendekaran fêrî Kurdî dikin. Li Izmîrê jî mamostayeke jin perwerdehiya zimanê Kurdî dide.
kurdistan24.net

 

K24 – Îzmîr

Li Tirkiyê perwerdehiya kurdî û hînbûna zimanê kurdî pir zehmet e û di vî warî de kêşeyên mezin hene. Lê belê gelek mamosteyên Kurdî bi derfetên xwe û bi awayekî xwebexşî xwendekaran fêrî Kurdî dikin. Li Izmîrê jî mamostayeke jin perwerdehiya zimanê Kurdî dide.

Li Tirkiyê xwendin û perwerdehiya Kurdî ji ber ku zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye gelekî pêş nakeve. Li Izmîrê jî bi kesên Kurd ku bi salan e koçî vê derê kirine û bi xwendekarên ku hatine zanîngehên Izmîrê dixwînin gelheyek mezin ya Kurdan li vir kom bûye. Lêbelê piraniya van Kurdan zimanê xwe ji bîr kiriye û niha hewlek tê dayîn ku fêrî zimanê xwe yî zikmakî bibin.

Mamosteya bi navê Janya Acar jî bi dilxwazî li navenda Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ya şaxa Izmîrê waneyên Kurdî dide xwendekarên Tirk û Kurd, xwendekaran hînî ziman û rastnivîsa Kurdî dike. Bi saya mamoste û vê kursê jî xwendekar derfeta fêrbûna zimanê Kurdî li bajarê Izmîrê peyda dikin. Lê belê Janya dibêje ew vî karî di rewşeke xetere de dimeşînin.

Mamosteya Zimanê Kurdî Janya Acar ji K24ê re jî wiha axivî: “Mixabin ev nêzî şeş heft sale min dest dersê didim lê gelek kes haya wan jê tûneye. Hin tên weke bertek hin jî bi  rastî bi eleqeyek mezin tên. Yanî dixwazin hînî zimanê xwe bibin û perwerdehiyê dibînin û heya dawî dibînin, şagirtên kum e kirine mamoste hene êdî. Yanî dawiya hefteyê tenê, şensê me ku dawiya hefteyê yanî şemî û yekşeman dersê bidin hene. Wekî din tu şensa me tûneye û ji xwe ne fermî ye jî.”

Janya Acar ku di heman demê de wergêriya kitêbên Îsmaîl Beşîkçî jî dike amaje bi wê yekê dike ku xwendekarên kurd lê belê nizanin bi kurdî yan jî yên ku bi kurdî dizanin bes nizanin binivîsînin tên vê derê perwerde dibin. Temen biçûk yan jî mezin digel hev tên perwerde dibin û armanca hemûyan jî yek e, ew jî fêrbûna zimanê xwe, yê Kurdî ye.

Xwendekar Abdurrahîm Aydin li ser vê kursê jî wiha dibêje: “Temenê min 60 e, kêşaya min ya herî mezin ez îro bi zimanê xwe qise bikim, nikarim pê qal bikim. Ev yek jî ji min re kêşeyeke mezin e. Ez dixwazim ku êdî bi zimanê xwe qise bikim.”

Xwendekar Zeynep Gurler jî dibêje:“Kurmancî zimanê min dayîkê ye û ez nizanim zimanê xwe. Hefteya me ya sêyem e û ev sê hefteyan e ku em li vir in. Yanî tenê ez dixwazim fêrî zimanê xwe ye dayîkê bibim, biaxivim, binivîsînim û fahm bikim.”

Xwendekar Adar Akdag wiha axiv: “Berê min nizanîbû, li dibistanên dewleta Tirk de me bi zimanê Tirkî perwerde didît û me zimanê xwe nizanîbû. Li vir li cem mamosteyan kurdî hîn bûm.”

Mamoste amaje pê dikin ji ber ku xwendekaran di dibistanan de bi zimanê Tirkî perwerde dîtine dema ku tên kursê di hemû warên rêziman û rastnivîsê de astengiyan dikişînin. Herwiha mamoste Janya Acar jî di sala 2011an de dest bi vê perwerdehiyê kiriye û bi sedan xwendekar jî perwerde kirine ku hindek ji van jî niha kursa Kurdî didin xwendekaran.