NÇMê damezrandina 27 saliya xwe bibîr anî

Navenda Çanda Mezopotamyayê 27. sala xwe ya damezrandinê li Navenda Pêşandana Bostanciya Stenbolê pîroz kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Navenda Çanda Mezopotamyayê 27. sala xwe ya damezrandinê li Navenda Pêşandana Bostanciya Stenbolê pîroz kir. Li gorî bi dehan hunermendên navdar ên Kurd ku beşdarî di çalakiya pîrozbahiyê de kirin çand û hûnera Kurdî di bin gefên gelekî giran de ye.

Ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamyayê ve bi mebesta damezrîna 27 saliya xwe li Pêşandana Bostanciya Stenbolê çalakiyeke hûnerî hate diruskirin. Bi dehan hunermendên Kurd ên ji çarparçeyên Kurdistanê beşdarî di çalakiyê de kirin. Li gorî hunermendê Kurd Genim û Rêveberê Navenda Çanda Mezopotamyayê, çand û hunera Kurdî di bin gefeke giran de ye. Ew jî di bin şert û mercên gelek dijwar de ji bo parastina çand û hunera Kurdî têdikoşin. Mebesta wan ew e ku bi rêya van şevên hûnerê moralê gelê Kurd bilind bikin.

Rêvebrê Navenda Çanda Mezopotamyayê Genim ji K24ê re wiha axivî: "Di warê hunerê de jî di warê jiyanê de jî gelê me li ber xwe dide, em jî dixwazin hêviya wan bi hûnra xwe berxwedana wan xurttir bikin."

Hunermendên ku ji derveyî Navenda Çanda Mezopomyayê ên ku beşdarî şevê bûbûn zehmetî û zordariya li ser çand û hûnera Kurdî nirxandin. Yek ji wan navan jî Ferhat Tunç bû.

Hunermendê Kurd Ferhat Tunç got: "Wek salên 1990î îro jî zilmeke mezin heye li ser çand û hûnera Kurdî. Di salên 90î kesî nikaribû li stranên Kurdî guhdarî bike. Wekî doh îro jî tê xwestin ku çand, hûner, ziman û stranên Kurdî bên qedexekirin."

Hunermenda Kurd Mizgîn Tahir jî dibêje, gelek hunermendên Kurd astengî dîtin û bi êş û azarên mezin re jî rûbirû mane, di vê pêvajoya ku hemû tişt li dijî hûnerê disekine.

Hunermenda Kurd Mizgîn Tahîr dibêje: "Huner bûye tiştekî ku herkes derî li berê digire. Naxwazin ev civaka hanê civakeke azad be, bi hemû cûreyên xwe ve bi hemû ziman û çandê xwe. "

Di şeva pîrozbahiya 27. saliya Navenda Çanda Mezopotamyayê de, hûnermenda bi nav û deng Yelda Ebbasî ku çend roj berê li Stenbolê htibû binçavkirin jî derkete ser sehneyê û stran gotin. Navenda Çanda Mezopotamya di sala 1991an de hate damezrandin. Di nava damezrênerên wê de navên wek Apê Musa û Îsamîl Beşîk jî cih girtibûn.