Xenî Mîrzo amûreyên mûzîkê diyarî zarokên hejar dike

Mûzîkjenê Kurd Xenî Mîrzo ku ji heyama 29 salan ve li Ispaniyayê dimîne, hejmarek ji amûrên Mûzîkê diyarî hin navendên mûzîkê û zarokên hejar ên Rojavayê Kurdistanê kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Mûzîkjenê Kurd Xenî Mîrzo ku ji heyama 29 salan ve li Ispaniyayê dimîne, hejmarek ji amûrên Mûzîkê diyarî hin navendên mûzîkê û zarokên hejar ên Rojavayê Kurdistanê kirin.

Xenî Mîrzo kurê bajarê Qamişlo ku li bajarê Barcelona ya Ispanyayê xwendina mûzîka Filamengo kiriye, berî du salan seredana Rojavayê Kurdistanê kir û piştî ku bi çavên xwe dît gelek navendên mûzîkê hatine vekirin, lê alav û amûrên mûzîkê li cem wan kêm in û gelek zarok jî bê amûrên mûzîkê têne rahênankirin, li Ispanyayê têkilî bi hin sazî û rêxistinên mûzîkê re kirin û di encamê de Komeleya Mûzîsyenên Cîhanê yên Bêsînor wekî gaveke despêkî 250 alav û amûrên mûzîkê şandin ji van navend û zarokan re.

Mûzikjen Xenî Mîrzo li ser vî karî ji K24ê re got: “Wek hunermend min dît ku divê ez tiştekî bikim û alîkariya zarokên hejar bikim, ta di vê rewşa hejariyê dengekî pak têkeve guhên wan û mûzîka xwe şad bibin. Me zarokatiya xwe bi zehmetî derbas kir, min xwast zarokên me yên niha wê zehmetiyê nebînin, yê dixwaze fêrî mûzîkê bibe, bila amûreke mûzîkê bikeve destê wî û pê şad bibe.”

Alav û amûrên mûzîkê dê li ser hejmarek navendên mûzîkê li Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê, Hesekê û Kobanê bêne belavkirin û li gorî xwediyê pirojeyê dibêje, ev alav dê li hemû pêkhatên deverê ji Kurd, Ereb, Siryan û Ermenan jî bêne belav kirin.

Xenî Mîrzo di sala 1968an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye, di sala 1989an de ji amojgeha mûzîkê li bajarê Helebê derçûye, di sala 1994an ta sala 2000 xwend û bawernameya mûzîka Filamengo li bajarê Barcelona wergirt.

Di jiyana 29 salan de li welatên Ewropayê de Xenî Mîrzo gelek albumên mûzîkê tomar kirine û di sala 2007an de yekemîn kes bû ku ji bilî hemwelatiyên Ispanan mezintirîn xelata mûzîkê ya bi navê Max li ser danîna mûzîka şanoyekê wergirt.