Shanoyek li ser jiyan a Ahmed Arif

Şanoger û rojnamevan Kadîr Cesûr, piştî ku ji rojnamevanî bê kar dimîne, li ser şanogerî xebatên xwe didomîne û bi leystika bi navê "Leylim leylim - Ahmed Arîf" ku yekem car pênîşandana wê li Wanê hat kirin derket pêşberî temeşavanan. Cesûr radigihîne ku bandoreke mezin ya Ahmed Arîf li ser wî heye û loma xwestiye li ser Wî xebatekî wiha çê bike.

K24- Wan

Şanoger û rojnamevan Kadîr Cesûr, piştî ku ji rojnamevanî bê kar dimîne, li ser şanogerî xebatên xwe didomîne û bi leystika bi navê "Leylim leylim - Ahmed Arîf" ku yekem car pênîşandana wê li Wanê hat kirin derket pêşberî temeşavanan. Cesûr radigihîne ku bandoreke mezin ya Ahmed Arîf li ser wî heye û loma xwestiye li ser Wî xebatekî wiha çê bike.

Li Wanê yekemîn leystika li ser jiyan û helbesvaniya Ahmet Arîf, bi beşdariyeke girseyî hat temaşe kirin. Leystika ku ji aliyê Şanoger û rojnamevan Kadîr Cesûr ve hatiye amade kirin, yekem car li Wanê, li ser dika şanoyê hat nîşandan û bi girseyî hat temaşe kirin.

Kadîr Cesûr ku li gel şanogerî, di çend televizyonan de, pêşkêşvanî û peyamnêrî jî kiriye, radigîne ku heyranî û heskirineke wî ya mezin ji bo Ahmed Arîf heye û loma jî xwestiye xebatekî hunerî li ser çê bike. Cesûr tîne ziman ku di leystikê de, nameyên ku Ahmed Arîf ji bo Leyla Erbîl nivîsiye û serpêhatiyên ku wan helbestên bihêz peyda kiriye, xwestine nîşan bidin.

Kadîr Cesûr (Şanoger), got:"Ahmed Arîf, Kurd e û em wî bi helbestên wî yên ku bi Tirkî nivîsiye dizanin. Belkî helbestên wî yên Kurdî jî hebin lê em nizanin. Ji ber ku kesekî ewqas helbestên bihêz nivîsiye, lê tenê yek berhemeke wî ya helbestan heye û tenê 18 helbestên wî tên zanîn. Lê bi yek pirtekekî, bi hêstên xwecîh, bandorên gerdûnî peyda kiriye. Ahmet Arîf, pirsgirêkên gel gelek li pêş digre û heskirinê ji xwe re kiriye rehber."

Leytika ku bi hemahengiya muzîkê, carina bi xwendina helbestên Ahmet Arîf, carina jî bi xwendin û hêstên nameyan birêve çû de, ji aliyê girseyeke mezin ya temaşevanan ve hat temaşe kirin.

Zêdetirên wan ciwan, temaşevanên şanoyê jî diyar kirin ku wan leystikê gelek ecibandiye û bi baldarî temaşe û ghdarî kirine.

Veysel Tarhan (Welatî) got: "Min beriya leystikê, wan nameyên Ahmed Arîf xwendibû, ev eystik jî loma ji bom in watedartir bû. Bawerim ew hêst û rihê ku Ahmet Arîf hiştiye li ser salonê peyda bû"

Bejna Boga (Welatî), got : "Bi rastî min gelek bibandor dît, gelek xweş bû û bandoreke xweş jî peyda kir."

Piştî pêşkêşiya leystikê, destxweşî li hemû kesên ku keda wan derbas buye û piştigirî dane hat kirin. Hat ragihandin ku pênîşandana leystikê dê li dikên bajêrên cuda yên li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê bidomin