Xêro Abbas, klîba xwe ya nû weşand

Xero Abbas klîba xwe ya nû ya strana “Zemano” weşand. Hunermendê navdar ê ji rojavayê Kurdistanê vidyoya klîba xwe ya nû, taybet ji Kurdistan24 re şand

K24 – Navenda Nûçeyan

Xêro Abbas klîba xwe ya nû ya strana “Zemano” weşand. Hunermendê navdar ê ji rojavayê Kurdistanê vidyoya  klîba xwe ya nû, taybet ji Kurdistan24 re şand.

Ligor zanyariyên Kurdistan24, Xêro Abbas di amadekariyên çêkirina CD xwe ya nû ye, ku te de ligel çendîn stranên nû, hin stranên berê bi versiyonek nûjen dê werin pêşkeşkirin. Hunermend Xêro Abbas xwedî gelek berhemên muzikê ye. Yek ji hunermendên hezkirî yên muzikhezên Kurd e.

Xêro Abbas ji rojavayê Kurdistanê, gundê navdar, ku gelek rewşenbîr, şoreşger û kesayetiyên Kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê dinav xwe de parastî - Dugirê ye...