Ava Reş-2 (Wan)

Ava Reş ji Axrûka Jorê (Yukarıtulgalı, gundê Qelqelîyê) dest pê dike di seranserê vê deştê re derbas dibe, di nabêna Kurexîyal, Şemşedîn û Kêlê Çiraxê de tev li bendava Sarîmemed dibe.

Ji aliyê Abdurrahman Onen

K24 - Navenda Nûçeyan

Ava Reş ji Axrûka Jorê (Yukarıtulgalı, gundê Qelqelîyê) dest pê dike di seranserê vê deştê re derbas dibe, di nabêna Kurexîyal, Şemşedîn û Kêlê Çiraxê de tev li bendava Sarîmemed dibe.

Qeza Ava Reş li Bêgirî (Muradiye) herêmeke cuda ye, ji Kevirê Sipî (di nabêna Korsot-Uluşar û Girê Seydo-Beşparmak de dimîne) û Zozanê Korsotê dest pê dike û hetanî Çeqmaq (Çakmak), Axçeçay (Akçaçay) û Daxwêranê (Dağören) dewam dike, digîhêje ser sînorê Tûşba û Qelqelîyê (Özalp). Nêvîyê wê deşt e, Ava Reş di nav deştê re derbas dibe û nêvî jî Bendava Sarîmemed û sê gundên li dora wê ne. Ji xêndî her sê gundên li dora bendavê 8 gundên din jî hene: Mezre (Otlakbaşı), Axbulax (Akbulak), Sarîmemed (Sarımemed), Rihmîn (Doğangün), Pîrsolan (Sürüyolu), Qûç (Kuşçu), Tambat (Erişen), Kibabîk (Esenkoç) û Girê Seydo. Girê Seydo li başûrê Çîyayê Korsewêl, li ser zinarekî pahn û bilind ava bûye. Ji deştê wek hêlîna teyran xwiya dike.

Daxwêran, Axçeçay û Çeqmaq li her du alîyên bendavê dimînin; zevîyên wan ên li dora çem di binê ava bendavê de mane, zevîyên wan ên li jor man e jî ne di şepa avdanê de ne, lewra tu xêrê ji bendavê nabînin, tenê temaşe dikin. Lê zevîyên gundên din di ber şepa bendavê de dimînin û tên avdan, lewra ji bendavê sûd wergirtine. Çîyayê Reş (Karadağ, 2606 m) di nabêna Çeqmaq, Axbulax û Mezrê de dimîne, Bendava Sarîmemed li başûrê vî çîyayî dimîne.

Ava Reş (Karasu) piştî Bendava Sarîmemed, Qûç (Kuşçu) û Tambatê (Erişen) ji sînorê Bêgirî derdikeve û dikeve nav sînorê Tûşbayê (navçeya Wanê), di nîveka erdê Tûşba re derbas dibe û li pêşîya Xerabe (Çitören) tev li Behra Wanê dibe.