Mûzîkjenên Kurd û Sûrî “Koma Çar” li Stenbolê dadimezrînin

 

K24 – Stenbol

10 xortên ji Rojavayê Kurdistana û ji Sûriyê li Stenbolê komeke mûzîkê ava kirine. Xortên ku bi roj di karê tekstîlê de dixebitin di dawiya hefteyê de dicivin û stranên çar parçeyê Kurdistanê dibêjin.

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyê ji kesên ku berev Tirkiyê ve penaber bûne 10 xort li Stenbolê hatin ba hev û bi navê "Koma Çar" komeke mûzîkê damezrandin. Ji van 10 xortan 9 jê ji Rojavayê Kurdistana ne û yek jî xelkê Sûrî ye.

Damezrînerê komê Dara Stirî yê ku zêdetir bi xêzkirina karîkatûran mijûl e di heman demêde ji mûzîkê jî gelekî hez dike û beriya 6 mehan di gel hevalên xwe biryara damezrandina koma mûzîkê didin.

Penaber Dara Stirî ji K24ê re wiha li ser koma Çar axivî:"Karê min yê ez pê re mijûl dibim karikatûr e. Xort ji min nagerin ji ber wê ez bi mûzikê re jî eleqeder dibim. Armanca me ew e ku em bi koma xwe mûzîka kurdî yê Rojava em pêş bixin".

Endamên komê ji bo debara xwe bikin bi roj di karê tekstîlê de dixebitin û dawiya hefteyê jî dicivin û xebata mûzîkê dikin.

Mûzîkjenê Penaber: "Mamoste Dara got were tevlî koma me bibe ji xwe re strana hîn bibe û li erbanê bixe. Di nava hefteyê em bi karê tekstîlê mijûlin lê roja yekşem û Şemiyê karê mûzîkê dikin."

Koma Çar zêdetir stranên Kurdî dibêje û hewl dide stranên her çar parçeyên Kurdistanê di repertuara xwe de kom bike. Ji ber vê navê komê wekî Koma Çar diyar kirine. Endamê komê Malik Selînê Sûriyeyî jî piştî ku beşdarî komê dibe fêrî stranên Kurdî dibe û di gel komê van stranan bi dil û can di sitre.

Penaberê Ereb Malik Selîn dibêje: "Hevaleke min a Kurd hebû û min bi saya wê ev kom nas kir. Ez jî tevlî vê komê bûm. Piştre hêdî hêdî ferî Kurdî bûm û min dest bi strîna stranên Kurdî kir. Di nava komê de tu cûdatî nîn e çi Kurd çi Ereb em hemû birayên hev in.

Armanca mûzîkjenên penaber ew e ku di dahatûyê de konsertên mezin li dar bixin û stranên çar perçeyê Kurdistanê bigehînin hemû cîhanê.