Li Wanê şeva dengbêjan bi hest û coş derbaz bû

Dengbêjî ku wek derdbêjî jî tê pênasekirin, di çanda Kurdan de xwedî ciyekî taybet e. Dengbêjî wek vegotina dîroka devkî û derd, xem, xeyal, evînî û çîrokên û serpêhatiyên gelê Kurd e. Navenda Çand û hunerî Anka ku li Wanê teqrîben 20 sal e, xebatên çand û hunerî dimeşîne, şeveke dengbêjî lidarxist ku tê de hem çîrokên dengbêjî hem jî awazên dengî hatin vegotin.

K24- Wan

Dengbêjî ku wek derdbêjî jî tê pênasekirin, di çanda Kurdan de xwedî ciyekî taybet e. Dengbêjî wek vegotina dîroka devkî û derd, xem, xeyal, evînî û çîrokên û serpêhatiyên gelê Kurd e. Navenda Çand û hunerî Anka ku li Wanê teqrîben 20 sal e, xebatên çand û hunerî dimeşîne, şeveke dengbêjî lidarxist ku tê de hem çîrokên dengbêjî hem jî awazên dengî hatin vegotin.

Şeva Dengbêjî li Wanê, bi beşdariyeke girseyî derbas bû. Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû û Mihemed Emîn, hem bi deng û awazên xwe, hem jî bi çîrokên wan awazan, çanda şevbêrkî û dengbêjî pêkvê dan jiyandin.

Rêvevebirê Navenda Çand û Hunerî Ankayê Siyabend Bayat ragihand ku ev yekem bernameya wan ya dengbêjiye û dê hem bernameyên dengbêjî, hem jî xebatên hunerî bi zêdekirin bidomînin.

Siyabend Bayat (rêvebirê Ankayê),got: "Gelek başbû û eleqeyeke baş hebû û nêzîkî 150 kes hatin û salona me tije bû. Xebatên me li ser dayîna dersên muzîkê, dersên wêneyan, dersên wêjeyî hene, piştî perwerdeyan ji vir muzîkjen, wênesaz, nivîskar û helbestvan derdikevin."

Dengbêj Îsmaîl Seyranoglû jî balê kişand ku degbêjî li gel qîrîn û awazên xwe, li ser çîrok û dîroka Kurd û Kurdistanê xwedî naverok û vegotinê ye. Seyranoglû û dengbêj Mihemed jî hest û boçûnên xwe yên li ser şevê wiha ragihandin

Îsmaîl Seyranoglû (dengbêj), got : "Ev şev şeveke bi qedir û qîmetbû. Min berê xwe daye, beşdar zêdetir, ciwanbûn, keç û xortbûn û baldariyeke baş ji bo vê şeva dengbêjî nîşan dan, ev jî ciyê kêfxweşiyê bû. Heger min di vê şeve de, min şiyabe çend sitran û çîrokên wan ji bo beşdaran gotibe û vegotibe, ji bom in bextewariya mezin e. Ez dixwazim destxweşî li wan kesên ku keda wan derbûye jî bikin ku bi rastî şeveke gelek xweş bû."

Dengbêj Mihemed,got: "Dengbêjî tiştekî dîrokî ye. Degbêjî derd bêjî ye. Em dixwazin ku civaka me li me xwedî derkeve da ku em jî bizanin ku tiştekî dikin."

Beşdaran jî ragihand ku wan şeveke xweş û geş derbas kiriye û daxwaza lidarxistina zêdetir bernameyên wiha kirin.

Qeder Kurt (welatî),got : "Dengê wan gelek xweş bû, me jî demeke xweş derbas kir. Bi kêf û coş ev şev pêkve borî. Dengên sax be ku vê şeve bi me re derbas kirin."

Şeva Degbêjî, wek şeva çîroka Mîrê Hekarî û Binevşa Narîn hat lidarxistin. Hat ragihandin ku dê bi şeveke dengbêjî ya Zembilfiroş jî bernameyên şevên dengbêjî bidomin.