li Enqerê kursa fêrbûna zimanê Kurdî dest pê kir

Piştî ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rewşa awarte hatibû ragihandin sazî û komeleyên ku kursên zimanê Kurdî didan jî hatin girtin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Piştî ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rewşa awarte hatibû ragihandin sazî û komeleyên ku kursên zimanê Kurdî didan jî hatin girtin. Lê belê piştî rakirina rewşa awarte hinek rewş asayî bûn û di vê çarçoveyê de li Enqereyê piştî rewşa awarte yekem kursa fêrbûna zimanê Kurdî dest pê kir. Beşdarên kursê piranî ji Kurdên ku hatine bişavtin û dixwazin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin pêk tê. Herwiha di kursê de hindik be jî xwendekarên Tirk jî hene ku ew jî diwazin hînî zimanê Kurdî bibin.

Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê piştî rakirina rewşa awarte awarte, yekemîn kursa fêrbûna zimanê Kurdî dest pê kir. Nêzî 20 xwendekarên kursa fêrbûna zaravayê Kurmancî ku ji aliyê Weqfa Riya Azadiyê ve tê dayîn, bûne du beş. Beşekî kursiyeran cara yekem hînî ziman dibin û beşek jî Kurdî dizanin lê belê dixwazin xwendin û nivîsandina xwe pêşve bibin.

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Kemal Burkayê ku serokatiya Weqfa Riya Azadiyê dike dibêje wê kursa wan heta meha Hezîranê dewam bike û heke daxwaz hebin wê bo zaravayê Zazakî jî kurseke bidin destpêkirin.

Serokê Weqfa Riya Azadiyê Kemal Burkay ji K24ê re wiha axivî: "Bi rastî yek ji armancên Weqfa me fêrkirina zimanê Kurdî bû û me niha dest kursa ziman kir. Bi riya vê kursê em dixwazin ew kesên ku Kurdî nizanin dixwzin Kurdî hîn bibin, çi Kurd çi Tirk, lewre hin Tirk jî dixwazin Kurdî hîn bibin, di nav kursa me de hindik be jî Tirk hene, herwiha kesên ku Kurdî zanin lê belê dixwazin zimanê xwe pêşve bibin, ez bawer im wê ev kurs xizmeteke baş bide."

Di nav xwendekarên Kursa Zimanê Kurdî de Kurdên Bakur jî hene ku dixwazin zimanê xwe pêş ve bibin û bi hêsanî bixwînin û binivîsin jî hene.

Fêrxwazê zimanê Kurdî Bilal dibêje: "Ez li malê bi dê û bavê xwe re bi Kurdî qise dikim. Lê belê xwendin û nivîsandin ji me re dijwar tê. Ji loma jî min xwest ez werim vê kursê û ez fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî bibim. Dixwazim li vir Kurmanciya xwe pêşve bibim.

Herwiha di nav kursiyeran de Kurdên Zaza jî hene ku dixwazin zaravayê Kurmancî hîn bibin.

Kursiyer Mehmet dibêje: "Ez bi Zazakî diaxivim û dinivîsim. Ez jî ji bo xwendin û nivîsandina Kurmancî hatim vê kursê. Wê heta meha Hezîranê kursa me dewam bike. Heke kurs bi îstiqrar dewam bike û em xweş bixebitin em ê jî hînî Kurmancî bibin û jixwe em vê yekê dixwazin."

Li aliyê din di nav kursiyeran de hindik be jî xwendekarên Tirk hene. Yek ji wan kursiyeran Şeyma Ersoyê ji Behra Reş dibêje, Kurdî zimanekî aîdê vê cografyayê û divê gelê Tirk jî fêrî zimanê Kurdî bibin.

Kursiyer Şeyma Ersoy: "Ev demeke dirêj e ku ez di warê mafên mirovan de dixebitim. Em bi Kurdan re di heman erdnîgariyê de dijîn û Kurdî zimanekî aîdê me ye. Ji loma jî li gorî min, zimanekî ku aîdê me be û em hîn nebin eyb û şerm e. Ji ber vê jî min li vir dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kir. Bi rastî, jixwe ji berê ve jî ez bi stran û bi xebatên xwe min hewl dida ku Kurdî hîn bibim."

Di dema proseya aştî û çareseriyê de kursên zimên ku ji aliyê gelek sazî û komeleyan ve dihatin dayîn û wê demê rastî eleqeyeke mezin dihatin, herçiqas niha piştî rakirina Rewşa Awarteyê eleqe û beşdarî kêm be jî tê hêvîkirin ku bi van kursan carek din bazara zimanê Kurdî geş dibe.