Pirtûkxaneya Aso ji ber sedemên aborî tê girtin

Yekemîn pirtûkxane li bajarê Qamişlo ku ji berî nêzî sê salan ve ji aliyê rojnemevan û nivîskarê Kurd Siyamend Îbrahîm ve hatibû vekirin, rastî girtinê tê. Li gorî helbestvan Wenda Şêxo hevjîna Siyamend Ibrahîm, cihê pirtûkxanê bixwe jêrzemînek di navanda bazara Qamişlo de ye. Xwediyê wê dixwaze wê bifiroşe. Ji ber ew jî nikarin cihê pirtûkxanê bikirin, neçar dibe pirtûkxanê vala bike.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Navenda Aso li bajarê Qamişlo ku pirtûkxaneyek bi kedeke kesayetî ji aliyê nivîskar û rojnemevan Siyamend Îbrahîm û hevjîna wî helbestvan Wenda Şêxo ve ji berî nêzî sê salan ve hatibû vekirin, ji ber hin astengiyên aborî, eger e ku bête girtin. Xwediya navenda navhatî tekez dike ku, ev yekemîn pirtûkxaneye li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî, ku bi kedeke kesayetî tê vekirin.

Li gorî hin rewşenbîrên deverê, pirtûkxaneya Siyamend Îbrahîm ne tenê pêşwaziya nivîskar, helbestvan û rewşenbîran dikir, lê belê ew mîna navendeke çandî dihate naskirin, ji ber ku bi dehan simînar û çalakiyên curbicur li vê pirtûkxaneyê dihatin lidar xistin. 

Di 28 nîsana sala 2014an de pirtûkxaneya Aso li bajarê Qamişlo hate vekirin. Zêdeyî 3 hezar pirtûk cihê xwe tê de digrin. Piraniya pirtûkan ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, herweha ji Libnanê bo Qamişlo hatine veguhestin, ji ber wê yekê jî Siyamend Îbrahîm sê mehan di zindanên rêjîma Sûriyê de hate girtin.

Siyamend Îbrahîm ligel hin rewşenbîrên deverê, banga xwe dişînin herkesî ku hewldanan bikin, ku ev pirtûkxane vekirî bimîne.