4emîn festîvala çand û hunerê li Qamişlo dest pê kir

Bi beşdarbûna hejmarek ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd 4emîn festîvala çand û hunerê li bajarê Qamişlo dest pê kir. Festîval bi serperiştiya Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê birêve diçe, tê de helbset, çêrok û sitran tên pêşkêşkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi beşdarbûna hejmarek ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd 4emîn festîvala çand û hunerê li bajarê Qamişlo dest pê kir. Festîval bi serperiştiya Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê birêve diçe, tê de helbset, çêrok û sitran tên pêşkêşkirin.

Hin nivîskarên beşdar dibînin ku bi çalakiyên hevawa rewşa çand û zimanê Kurdî zûtir pêş dikeve, lê pêwîst e guhdaneke bêhtir bi van çalakiyan bibe. Herwiha tekez dikin ku pêwîst e pêşkêşkirina çand û hunera Kurdî ji nava holan derkeve û ji bo civakê bi temamî bê bidestxistin.

Tevî beşdarbûna hejmareke mezin ji nivîskar, hunermend û helbestvanan di festival de, lê hejmara kesên beşdar ne di asta xwastekan de ye, bi vê yekê berpirsên festîvalê wê dinerxînin û amaje bi wê yekê jî dikin ku ev festîval cara yekemîn e ku li Rojavayê Kurdistanê lidar dikeve, loma pêwîstiya wê bi demê heye da di asta civakê de belav bibe.

Di her sê carên bûrî de festîvala çand û hunerê li welatên Ewrupa dihatine lidarxistin, lê di çapa xwe ya 4emîn de di heman demê de li Ewrupa û Rojavayê Kurdistanê ev festîval birêve diçe, ku çalakiyên curbrcur tê de têne pêşkêşkirin û bi pêşingeheke hunerî û dana diyariyan dê bidawî bibe.