Qamişlo: Festîvala Kurteçêroka hemû pêkhateyan lidar dikeve

Sêyemîn Festîvala Kurteçêrokê li bajarê Qamişlo dest pê kir, tê de 55 çêroknivîs ji hemû pêkhateyan beşdar bûne, lê hin çêroknivîsên Kurd dibînin ku ev rengerengiya beşdarîkirinê, festîvalê ji wateya xwe ya wêjeyî derdixe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/322331c0-d1c1-4f79-acc6-4565d08b95bc/cirok-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Sêyemîn Festîvala Kurteçêrokê li bajarê Qamişlo dest pê kir, tê de 55 çêroknivîs ji hemû pêkhateyan beşdar bûne, lê hin çêroknivîsên Kurd dibînin ku ev rengerengiya beşdarîkirinê, festîvalê ji wateya xwe ya wêjeyî derdixe.

Bi beşdarbûna 55 çêroknivîsî ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê û Ewropa, sêyemîn Festîvala Kurteçêrokê li Rojava li bajarê Qamişlo dest bi çalakiyên xwe kir. Di festîvalê de çêrok bi zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî hene, herwiha çêroknivîs ji hemû pêkhateyan e. Endamên Komîta Amedekar didin zanîn, ku beşdarîkirina hemû pêkhateyan çandeke nû dê biafirîne, ji ber cara yekemîn e, festîval ne tenê bi kurteçêrokên Kurdî yan Erebî birêve diçe.

Nebeşdariya piraniya çêroknivîsên çapa yekemîn û duyemîn ya festîvalê di festîvala sêyemîn de, herwiha tunebûna rexnedayînê, ji wan xalên ku hin çêroknivîs dibînin ku vê festîvalê têk dibe. Herwiha didin zanîn ku tekezkirina beşdariya hemû pêkhateyan, festîvalê ji wateya xwe ya wêjeyî derdixe û tenê ji bo qayîlkirina civakê ye.

Festîvala kurteçêrokê, bi serpereştiya Desteya Çand û Hunerê a Kantona Cezîrê birêve diçe, 6 rojan dê berdewam bike, herwiha 3 xelat bo 3 kurteçêrokên Kurdî, Erebî, û Siryanî dê werin diyar kirin.

Di dema ku festîvala 1emîn û 2emîn, tenê bo kurteçêrokên Kurdî bûn, di vê festîvalê de bi zimanê hemû pêkhateyan çêrok dê bêne xwendin, ev yek ji xalên nerazîbûna hin çêroknivîsên Kurd e.