44 peykerên Ahmedê Xanî çêkir
K24 – Navenda Nûçeyan
Mamosteya wêne û destnîgariyê li bajarokê Bazidê girêdayî Agiriyê Sevcan Tuzun, ji bo muzexaneya Ahmedê Xanî, 44 peykerên nivîskar û filosofê Kurd çêkirin e.
Di her yek ji wan peykeran de, demek ji jiyana Ahmedê Xanî hatiye xêzandin. Ji bo ku peykerên wê nêzîkî rastiyê bin, por ji berberên deverê komkirin e û bi wan por ji filosofê Kurd re çêkirin e.