Li Mûşê projeya "Ciwanên Xwende" bo xwendina pirtûkan

Proje ji aliyê endamên Meclîsa Ciwanên Mûşê û ciwanên dilxwaz û zanîngehê ve tê kirin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bi taybetî jî li heremên gundewarî, xwendina pirtûkan kêm e. Li bajarê Mûşê jî ciwanan, ji bo balê bikişînin ser giringiya xwendina pirtûkan çalakiyek li derxistin.

Li bajaroka Zengokê ya ser bi navçeya Kopa bajarê Mûşê, projeya ku ji aliyê endamên Meclîsa Ciwanên Mûşê û ciwanên dilxwaz û zanîngehê ve tê meşandin, çalakiyeke bi navê "Saetekê Xwendina Pirtûkan" hate li derxistin. Di vê çalakiya ku endamên komeleyê bi zarokan re hatin bal hev de gelek welatiyan jî beşdariyê kirin. Di Çalakiyê de li ser xwendina pirtûkan hate sekinandin û hat xwestin ku xwendina pirtûkan bi zarokan re bibe xûy û ehlaq. Di çerçoveya projeyê de pirtûkên yekem hatin belavkirin û bernameya "Saetekê xwendina pirtûkan" destpêkir.

Welatiyê bi navê Fîkret Taniş wiha got:"Bi rastî jî bûyereke pir xweş e ji bo gundê me. Taybetî jî em ji wan re sipas dikin ku hatine van zarokên me hînî xwendinê dikin. Di civaka me de jî mirovên nexwendî pir in. Dixwazin agahdar bibin, bixwînîn, hînbibin. Ji bo me Kurmanca jî pir xweş e.

Xwendekarên zankoyê jî yên ku tevlî çalakîyê bûne ji ber ku bi zarokan re hev dîtinine gelek kêfxweş bûne û dibêjin ku wan, bi zarok û şêniyên gund re ji bo heremên gundewarî çalakiyeke giring pêk aniye.

Xwendekara Zanîngeha Mûşê Bahar Kara wiha axifî:"Em îro ji Mûşê hatin vira gundê Kizilagacê. Li vir nezî 50î zarok hene, me bi hev re pirtûk xwendin, me çay vexwar, em bi zarokan re mijûl bûn."

"Em ji Mûşê hatin. Me çay vexwar, me pirtûk û pênûs belavkirin. Baş bû, spas dikim."

Herwiha piştî xwendina pirtûkan, endamên komeleyê, ji bo zarokan amûrên dibistanê belavkirin û di dawiya çalakiyê de jî bi kesên ku tevlî çalakiyê bûne wêneyên birhatiyê kişandin.