Muzîk Dilniya Rezazî bo Roja Evîndaran klîpeke nû belav dike

Dilniya Rezazî bo Roja Evîndaran klîpeke nû belav dike
Dilniya Rezazî di klîpa nû de

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermenda Kurd Dilniya Rezazî ragihand, roja 14 Sibatê ku “Roja Evîndaran” e straneke nû belav dike.

Diniya Erzazî ji K24ê re got: “Di nêzîktirîn dem de tevahiya klîpa xwe pêşkêşî we û hemû kenalên din dikim, ku roja Valentinê belav dikim. Piştî demekê ji nebûna berhemên nû, dixwazim di roja Dilan vê klîpê bikim diyarî û peyama xoşewîstiya xwe bo tevahiya Kurd û Kurdistanê.”

Strana nû ya Dilniya Rezazî “Ke Şew Dadê”, awaza Muhsên Hisên Por e, dabeşkirin Perdem Şahlayî û Ferhad Hisên Por, karê klîpê jî li Stockholmê ji aliyê stafekî Swêdî hatiye encamdan.