Li Wanê çalakiyên Roja Zimanê Kurdî hefteyekê berdewam dike

. Çalakiyên cejna Kurdî, li Wanê di 11'ê Gulanê de, bi paneleke li ser axaftin, nivîsandin û perwerdehiya Kurdî destpê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Wan

Di çarçoveya 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de, li Wanê bi lêkolîner û nivîskarên Kurd re panel, seminer û ji bo pîrozbahiyê jî cure çalaki tên lidarxistin. Çalakiyên cejna Kurdî, li Wanê di 11'ê Gulanê de, bi paneleke li ser axaftin, nivîsandin û perwerdehiya Kurdî destpê kir.

Cejna zimanê Kurdî li Wanê bi cûre çalakiyan tê pêşwazî kirin. Di destpêka xebat û çalakiyên cejna zimanê Kurdî de ku bi pêşengiya Komeleya Bipêşxistina Çand û Zimanê Kurdî Dîsa-Derê ve tên meşandin, panelek hat lidarxistin. Di panelê da, nivîskar û lêkolînerê Kurdî, Dîlawer Zaraq, balê kişand ku Kurdî zimanekî dewlemend e û bi zarava û devokên xwe jî vê dewlemendiyê nîşan dide.

Nivîskarê Kurd, ragihand ku Kurdî û zaravayên Kurdî hêjayî li ser lêkolînê ne û mihtacî berhevanîn û bipêşxistinê ne. Dîlawer Zaraq balê kişand ku Kurdî bi her devok û şêwazên xwe perçeyek ji jiyana Kurdistanê ye û divê ne bi nêzikayiyeke ku xwe di ser ziman de mezin kirin, lê bi helwesteke ku ziman di ser xwe de mezin kirin hebe, bibe rêbaz.

Lêkolîner û Nivîskarê Kurd Dîlawer Zaraq ji K24ê re got: "Divê polîtîka, rêç û mesîdeke ji bo bi pêşxistin û xurtkirina vî zimanî, ji aliyê giregirên Kurdan ve bê danîn. Lê tişta herî girîng gel û kesên aktiv yên vî zimanî, bi helwesteke ku gelo ewê vî zimanî çewa nîşanî gelê xwe bidin û bi gelê xwe bidin heskirin divê tevbigrin.”

Zaraq di panelê de, bal kişand ku Celadet Bedirxan, hîmekî ji bo Kurdiya perwerdehiyê avêtiye, lê peywira nivşê nû û lêkolînerên nû ji dûbarekirina Wî bêtir, bipêşxistin û geşkirina wê rêbazê ye ku sûdbexşî ji bo Kurdî peyda bike.

Rêvebirê Dîsa-Derê Salîh Sertkal jî ragihand ku ew xebatên xwe yên li ser Kurdî didomînin û bi mebesta salvegera derketina Kovara Hewarê û cejna zimanê Kurdî hefteyekî dê çalaki berdewam bin.

Salîk Sertkal dibêje: "Ji boneya 15'ê Gulanê me bername amade kiriye, panel, atolyeyên ziman, daxuyaniyên çapameniyê û her wiha lidarxistina standên pirtûkan. Bi vî awayî me bername dane ber xwe û hefteyekî emê vê cejnê pîroz bikin. Em dixwazin ku kesên li Wanê dijîn, ziman hez û zimanzan jî beşdarî van bernamê me bibin."

Bernameya pîrozbahiyê di navbera 11 û 15 Gulanê de dê bi çalakiyên cuda yên li ser Kurdî berdewam bidomin.