Xwendin dibe qurbaniya şer û nakokiyên siyasî
K24 – Heseke
Bi sedema nakokiyên siyasî û leşkerî di navbera Rêvebiriya Xweser û rêjîma Sûriyê de gelek caran deriyê zanîngeha Hesekê tê girtin. Herwiha gelek kêmasî di tîma mamosteyan de heye, ji bilî buhabûna belgeyên xwendinê. Ji aliyekî din ve bi sedema şerê ku li Hesekê rû daye, gelek rûxandin gihiştiye hin kolêjan.