Enwer Karahan: Tama xebatên li welat cuda ne

Gelek rewşenbîrên Kurdan ji ber sedemên siyasî û zext û zoran neçar mane ku berê xwe bidin dîasporayê. Enwer Karahanê nivîskar û helbestvan jî piştî 20 salên xerîbiyê vegeriyayê Bakurê Kurdistanê û niha li Diyarbekirê xebatên xwe yên nivîsê didomîne. Karahan, Kurdên dîasporayê wek zarokên sêwî û hewcedarê hembêza dayîkê binav dike.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Gelek rewşenbîrên Kurdan ji ber sedemên siyasî û zext û zoran neçar mane ku berê xwe bidin dîasporayê. Enwer Karahanê nivîskar û helbestvan jî piştî 20 salên xerîbiyê vegeriyayê Bakurê Kurdistanê û niha li Diyarbekirê xebatên xwe yên nivîsê didomîne. Karahan, Kurdên dîasporayê wek zarokên sêwî û hewcedarê hembêza dayîkê binav dike.

Gelek rewşenbîrên kurd ên ku dest ji nasname û dîroka xwe bernedane, ji ber zilm û zordariyê ketine ser rêya xerîbiyê. Enwer Karahan jî 20 sal berê ji ber van sedeman ji welatê xwe dûr ketî ye. Enwer Karahan nivîskar û helbestvane û 20 salan li Swêdê xebatên xwe yên Edebiyatê meşandî ye. Karahanê ku di sala 1997'ê de ji axa xwe koç kiri ye piştî ku derfet peyda dibin demildest dîsa berê xwe dide welatê xwe. Enwer Karahan wek siyasetmedarek ji welatê xwe bar kir û wek nivîskar û helbestvanek vegeriya axa xwe.

Nivîskar û helbestvan Enwer Karahan ji K24ê re wiha axivî: "Min wê demê di nava Partiya Demokrasiya Gelan HADEP'ê de siyaset dikir. Li Izmîrê min axaftineke bi kurdî kir û paşê derheqê min de doz hate vekirin. Piştî ku biryara tewqîf kirin amin derket min jî îltîca kir û ez li Swêdê mam."

Nivîskar û helbestvanê kurd niha li Diyarbekirê bi cih bû ye û ew gelek bi kelecan e ku êdî dê li ser axa xwe xebatên xwe biafirîn e. Enwer Karahanê ku di sala 1964'ê de li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê dibêje ew ê êdî axa welatê xwe têkelî hibra xwe bike û xebatên xwe bi bêhan welatê xwe av bide.

Enwer Karahan dibêje: "Êdî bihna min teng bibû. Min dixwest ku vegerim ser axa xwe. Hesreta bi salan a xizmên min û axa min hebû. Dema derfet çêbû ez jî vegeriyam. Çend projeyên min hene. Ez dixwazim van projeyan li ser axa xwe pêk bînim."

Enwer Karahan tîne zimên ku di jiyana wî ya xerîbiyê de hesreta welat û welatparêziya wî bandoreke mezin li ser xebatên wî dikirin û ew niha gihîştiye welatê xwe û projeyên xwe yên di dorê de jî wek nivîsîna romanekê û xebatên li ser serpêhatiyên dawî yên Kurdistanê û rola Serok Meûd Barzanî bi rêz dike.