Sabahadîn Yildiz: “Di mûzîka Kurdî de divê rengê neteweyî diyar be”

Mûzîka Kurdî di roja me de li ser qadeke berfireh tê afirandin û ji aliyê çavkaniyê ve jî mûzîka Kurdî xwediyê dewlemendiyeke qedîm e. Mûzîkjen Sabahadîn Yildiz amaje dike ku her çiqas bi şêwazên nûjen mûzîka Kurdî were afirandin jî pêwîst e rengên klasîk neyên jibîrkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Mûzîka Kurdî di roja me de li ser qadeke berfireh tê afirandin û ji aliyê çavkaniyê ve jî mûzîka Kurdî xwediyê dewlemendiyeke qedîm e. Mûzîkjen Sabahadîn Yildiz amaje dike ku her çiqas bi şêwazên nûjen mûzîka Kurdî were afirandin jî pêwîst e rengên klasîk neyên jibîrkirin.

Dengbêjan ji bo mûzîka Kurdî mîrateyeke bêhempa hiştiye û bi xêra vê bingeha rengîn, mûzîka Kurdî dikare bi gelek şêwazên cuda were hûnandin. Kûrahî û dewlemendiya mûzîka Kurdî, ji hunermendên Kurd re deriyên rengîn vedike. Hunermend Sabahadîn Yildiz di vê mijarê de di wê baweriyê de ye ku şêwaz çi dibe bila bibe, pêwîst e bi ava mûzîka klasîk were avdan û reng û giyanê wê Kurdewar be.

Mûzîkjen Sabahadîn Yildiz derbarê mûzîka xwe de ji K24ê axivî û got: “Mûzîka min mûzîka kurdî ya resen e, min nexwest ku ez mûzîka xwe modernîze bikim, min xwest wiha be. Dema me de mûzîka Kurdî qedexe bû û qada wê ya pêşveçûnê nebû ji ber wê yekê bandora klasîkan li min kir.”

Mûzîka Kurdî bi hunermendên wekî Ciwan Haco û bi komên wekî Koma Wetan ji şêwazên klasîk ber bi şêwazên nûjen ve berfireh bûye. Mûzîkjen Sabahadîn Yildiz di vê çarçoveyê de amaje dike ku mûzîka Kurdî guncav e ku bi şêwazên wekî pop, caz û rock’ê werin hûnandin, lê divê mûzîkjen van şêwazan bi giyanekî Kurdî bi kar bînin û di heman demê de peywira hunermendên Kurd e ku çîroka stranan û jiyana dengbêjan jî bizanibin.

Yildiz  got: “Mûzîka kurdî bi çi şêwazê be pêwîste ku bi Kurdî hatibe meyandin. Niha mûzîka Kurdî û ya rojavayî dikare bibe sentez, lê dema bingeha xwe ji klasîkên Kurdî nestîne mirov nikare bêje sentez jî”

Sabahadîn Yildiz di warê dabeşbûna şêwazan a di mûzîka Kurdî de tîne ziman ku ne hewce ye hunermend xwe, tenê bi şêwazekê ve girê bidin; lê hewce ye ku rengê Kurdî di mûzîkê de diyar be û ev yek jî berpirsiyareke neteweyî ye.