Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
    • Siyasî
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Şano

Xortekî Kurd: Numayişa hunereke balkêş dike

Kurdistan24 Hewlêr Kurdistan24 Hewlêr |

Huner Numayişkirin Ximbil Hunermendên Kurd Ehmed Şahîn

 

K24 – Stenbol

Ehmed Şahîn xortekî Kurd e û ji Rihayê ye. Nezî 17 salan e bi karê ximbilan mijûl e. Armanca wî ya sereke jî ew e ku bi çêkirina ximbilên hunermendên Kurd, çand û hunera Kurdan, bi zarokan bide nasîn. Şahîn di jiyana xwe de li gelek deveran bi karê pandomîmê derketiye ser dikê. Lê belê dema ku dibîne ximbilvanî di nav Kurdan de zêde ne berbelav e, bîryarê dide ku êdî ximbilên hunermendên Kurd li gor çanda Kurdî bisêwirîne û bi van ximbilan nûmayîşan lidarbixe.

Ximbilvan Ehmed Şahîn derbarê vê hunerê de ji K24ê re wiha axivî: “Min li ser sehnê karê ximbilan dikir. Li bajarê Almanya min çêkir, li Hewlêrê jî min bername çêkirin. Li hemû cîhanê ximbil hunereke gelekî taybete. Lê belê li ba kurdan hunermendek tunebû. Kêmasiyek hebû. Ez fikirîm min got ez jî dikarim bikim.”

Ehmed di despêkê de ximbilê Şivan Perwerî çêdike, ji ber ku ew bi stranên Şivan Perwer mezin bûye û herwiha gelekî ji wî hez dike.

Ehmed Şahîn dibêje: “Min dest pê kir û pêşî jî min hunermendekî mezin, hunermendekî hêja ez jî bi stranên wî mezin bûm. Ez fikîrim ku zarokên me pêşeroja me ne û divê bi dublajan mezin nebin. Zarok bila bi stranên Kurdî, hunera Kurdî hîn bibin. Bila hunermendên me nas bikin. Bila bi hûnermendên Kurd re bi coş in bi kêf bibin.”

Ximbilvan Ehmed, ji çanda Kurdî ximbilên wekî bilûrvan û daholvan jî çêkiriye. Ji ber ku dawetên kurdan bê wan nabe. Herwiha ew difikire ku di dahatûyê de ximbilên gelek hunermendên Kurd ên navdar jî çêbike.

Ehmed Şahîn anî ziman: “Ji bilî ximbilê Şivan Perwer, bilûrvan Celîlo heye. Daholvan Sêwî Silo heye. Pêşerojê de jî di dilemin de heye ku ez ximbilên hûnermendên kurd hemûyan çêbikim wekî Aram Tîgran ez gelekî ji wî hezdikim. Paşe yê Cıwan Haco, Şakiro, Eyşeşan, Dilşad Said jî çêbikim.”

Şahîn, li Stenbolê bi gelek numayîşan hem li kolanan hem jî li mihrîcanan de rastî eleqeyeke mezin tê.  Wî dil daye vî karî û ew dixwaze bi vî karî çanda Kurdî û hunermendên Kurd bi zarokên Kurdan bide nasîn. 

 

 

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 Saîd Veroj pirtûka "Du Birayên Bedirxanî" tomar kir
02 Teymûr Xelîl: pêwîste gotinên nû di zaravê Kurmancî de werin afrandin
03 Ferhad Içmo bi xakê hate spartin, lê helbestên wî zindî ne
04 Malbenda Mamlê hunermendê Kurd ê Efrînî Xelîl Xemgîn xelat kir
05 Pirtûkxaneya El-Cezerî li Benda Xwînerên Kurdî ye
06 Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso koça dawî kir
Heftiya Borî
01 Repbêj Reqso behsa Repa bi Kurdî dike
02 Malbenda Mamlê hunermendê Kurd ê Efrînî Xelîl Xemgîn xelat kir
03 Navdarên Kurd: Cegerxwîn
04 Bedîê Zeman Seîdê Kurdî li Diyarbekirê hat bibîranîn
05 Saîd Veroj pirtûka "Du Birayên Bedirxanî" tomar kir
06 22'ê Nîsanê wek roja rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin
Meha Borî
01 Bedîê Zeman Seîdê Kurdî li Diyarbekirê hat bibîranîn
02 Eyşe Şan: Dengbêja bi nav û deng
03 Repbêj Reqso behsa Repa bi Kurdî dike
04 Malbenda Mamlê hunermendê Kurd ê Efrînî Xelîl Xemgîn xelat kir
05 Helbestek ji Nûrî Dersimî
06 Navdarên Kurd: Cegerxwîn
Herî li pêş
    Gotar
    Encama hilbijartinan - dê di destê hilbijêrên Kurd de be!
    Ew aliyên / navendên / hevpeymaniyên ku, bi nîjadperestî, red û êrîşbariyê xwe nêzîkî Kurdan dikin – dê nikaribin dengên Kurdan bidest bixin...
    Encama hilbijartinan - dê di destê hilbijêrên Kurd de be!
    Cemal Batun
    Li Sûriyeyê Qonaxek û Senaryoyên Nû. Divê Kurd Çi Bikin?
    İbrahim Gûçlû:
    Li Sûriyeyê Qonaxek û Senaryoyên Nû. Divê Kurd Çi Bikin?
    Li Ser Hilbijartinên Pêşwext Li Tirkiyê
    Bayram Bozyel:
    Li Ser Hilbijartinên Pêşwext Li Tirkiyê
    Cenga ragihandina Turkiyê bi ser Efrînê de
    Ciwan Nebî:
    Cenga ragihandina Turkiyê bi ser Efrînê de
    Efrînê Nekin Qelenê Îdeolojiya xwe!
    Mihemed Hesko:
    Efrînê Nekin Qelenê Îdeolojiya xwe!
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2017 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)