li Serê Kaniyê pêşangeheke wênayên qurbaniyên Efrînê

Derbarê binpêkirinên artêşa Tirkiyê li ser kesên sivîl û deverên dîrokî di operasyona li dijî Efrînê de û dibin “Em bêdengiya cîhanê şermezar dikin” Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê şaxê bajarê Serê Kaniyê pêşangehek li dar xist, tê de 20 wêneyên curbecur ji kuştina sivîlan û wêrankirina deverên dîrokî û olî hatine numayişkirin.
kurdistan24.net

K24 – Serê Kaniyê

Li gorî komîta amadekar ev pêşangeh ji Serê Kaniyê destpê dike û dê li 8 bajar û bajarokên devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê bête numayişkirin û her şaxeke Yekîtiya Rewşenbîran dê 10 wêneyên nû li pêşangehê zêde bike.

Di pêşangehê de ti wêneyên şervanan tune ne û li gorî komîta amadekar, armanca sereke ji pêşangehê ew e, kiryarên ne mirovahî yên ku li ser sivîlan têne kirin bigihînin tevaya cîhanê û saziyên têkildar yên mafên mirovan, da ku ev bêdengî bête şikandin.